Diyarname
Însiyatîfa Hunerê ya Ji Bo Azadiyê li hemberî Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê dê bi navê "Porteqala Azad" festîvalek li dar bixista. Li gor bernameya "Porteqala Azad" 3'yê mehê divê belgefîlmê Nejla Demirci "Kanun Hukmu" bihata
nîşandayîn lê Walîtiya Antalyayê nîşandayîna belgefîlmî qedexe kir.
Însiyatîfê di daxuyaniya belav kir de ev qedexe şermezar kir û got, "Em vê biryara ku hiqûqê û azadiya ramanê napejirîne şermezar dikin. Kirinên tiştên li xweşa dewletê naçe vedişêre, dengê ne li gor vegotina fermî ye qedexe dike heye ku emê her li dijî vê yekê bin.
Însiyatîfê di dawiyê de gotiye ku çalakiya wan a Rojên Fîlman a Porteqala Azad rojên şemî û yekşemê bi nîşandayîna "Bir Kar Tanesinin Omru" û "Yeryuzu Aşkin Yuzu Oluncuya Dek" bidome.
Li gor bernameyê roja şemiyê fîlmê derhêner Kazim Oz "Bir Kar Tanesinin Omru", roja yekşemê jî belgefîlmê Reyan Tuvî "Yeryuzu Aşkin Yuzu Olana De" bê nîşandayîn. Fîlm saet 19.30 de li Baku Sahneyê tene nîşandayîn.


