AMED
Ji bo parlamenterên BDP’ê Leyla Zana, Nursel Aydogan û Aysel Tugluk ji ber hin axaftinên wan ên berî hilbijartina 12’ê PûÅŸperê û yên di merasîmên cenazeyên gerîlayan de kirine 150 sal ceza tê xwestin.
3 îdîanameyên ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rayetaybet a Amedê ve hatine amadekirin û ew ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.
Li gor îdîanameyan der barê Leyla Zana de 45 sal, der barê Nursel Aydogan de 72 sal û der barê Aysel Tugluk de jî bi giÅŸtî 33 sal cezayê hepsê tê xwestin.
PiÅŸtî qebûlkirina îdîanameyan a ji aliyê dadgehê ve, di rojên pêÅŸ de wê doza der barê her sê mebûsan de li Amedê dest pê bike.