___Mîna Acer___
Ez xistim telîsekî û avêtim wê gola ber mala me.
Kevir dan ser devê min û ez bêhilm mam nozdeh rojan.
Dizanim destên kîjan zilamî bi xwîna min bû.
Lê gundiyên me naxwazin rastiyê bizanibin…
Celadê min ez kuştim û niha jî tevî cendirmeyan li min digere…
Bêhna celadan ji bêhna miriyên di bin quçan de riziyayî bêhtir bêhn dide!
Nozdeh roj in ji bêhna celadê xwe difetisim…
Di ber min re diherin û tên lê min nabînin, ew çavên wan kor bûne.
Li vir min gelek hevalên xwe dîtin.
Yek bi yek derbas dibûn di ber min re. Li ser dilê wan ê biçûk dewsa ling û destên qirêj hebû.
Bêdeng bûn wek min.
Dengê wan di telîsan de, di bin keviran de fetisî bû…
Hîn wê rojê min haziriya dibistanê dikir. Bi kelecan ji diya xwe re digot: “Min bêriya hevalên xwe kiriye.” Berî dibistan dest pê bikira daweteke me hebû, û min bo xwe kirasekî dawetê dabû dirûtin.
Rengê kirês spî bû, min nizanibû wê bi xwîna min sor bibe…
Bi xatirê we, mirovên kor, û guhên kerr…