KERKÛK
Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand, li bajarê Sydney yê Awustralyayê di civîna Komîsyona Encumena Cîbicîkar a Komîsyona Navdewletî ya avê ve, biryar hat girtin ku Kaniya Hacî Bêxan a li Kerkûkê bixin nav lîsteya şûnwarên dîrokî ya cîhanê.
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku ev kanî ji bo avdaniya çandiniyê û ava vexwerinê ya malan hatiye çêkirin. Dîroka wê digihe beriya 150 salan.
Rojnews


