logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Li Başûr qedexeyên koronayê bandoreke çawa li aboriyê kir?

Belavbûna Koronayê, rewşa qedexeya derketina derve û karantînayê Herêma Kurdistanê xist nav qeyraneke giran a aboriyê. T

  • Dîrok: 12/06/2020
  • Beş: Aborî

BERHEM LETÎF / ROJNEWS

Belavbûna Koronayê, rewşa qedexeya derketina derve û karantînayê Herêma Kurdistanê xist nav qeyraneke giran a aboriyê. Tê diyarkirin ku ji sedî 74 welatiyên Herêma Kurdistanê ji ketine bin bandora pirsgirêka aboriyê û bi mîlyon dolaran ziyan gihiştiye Herêmê.

Li Herêma Kurdistanê roja 4’ê Adarê bi sedema tedbîrên li dijî vîrusa koronayê qedexeya derketina derve û hatin û çûnê hat ragihandin. Bazar û deverên giştî hatin girtin. Ji ber vê rewşê dahata Herêma Kurdistanê ji sedî 70 kêm bû.

Ji destpêka meha adarê heta niha di çarçoveya tedbîr û têkoşîna li hember şewba vîrusa koronayê geştên asîmanî li Herêma Kurdistanê rawestiyane, ligel vê çûn û hatina welatiyan a di navbera parêzgehan de jî qedexe ye. Her wiha çûna bazaran jî di vê çarçoveyê de sist bûye.

Heta niha jî rewş negihîştiye asteke asayî. Bi taybet jî têkildarî geştên asîmanî û çûn û hatina geştiyaran a ji bo Herêma Kurdistanê ku balpişteke sereke ya dahata navxweyî ye hê jî dest pê nekiriye.

Ji 200 mîlyon dolarî daket 60 mîlyon dolarî

Vê rewşê wiha kiriye ku dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê rastî ziyaneke berbiçav were. Li gor daneyên fermî yên ji aliyê hikumeta Herêma Kurdistanê ve hatine ragihandin, di rewşa niha de tenê ji sedî 30 dahata navxweyî heye. Beriya belavbûna koronayê mehane dahata Herêma Kurdistanê 200 mîlyon dolar bû. Lê niha hikumeta herêmê mehê tenê 60 mîlyon dolar dahatê bi dest dixe.

Her çi qasî niha bazar vekirîne jî ji ber zêdebûna nirxê kelûpelan û metirsiya Koronayê ya didome welatî pir kêm serdana bazarê û sûkê dikin.

Li gor daneyên Desteya Îstatîstîkê ya Herêma Kurdistanê di meha Sibatê ya sala 2020’an de bihayê mezêxer ji sedî 98.6 bû. Lê ev rêje di nav sê mehan de bilind bû û gihîşt ji sedî 99. Ango ji meha Sibatê ve heta niha enflasyon ji sedî 3.5 zêde bûye.

Her çiqasî di meha nîsanê de li gor meha adarê rêjeya enflasyonê ji sedî 0.4 kêm bû jî, li gor Nîsana 2019’an ev rêje ji sedî 2,8 zêde bûye.

25 hezar kargeh hatin girtin

Ji ber qedexeyên têkildarî vîrusa koronayê li gor Sendîkaya Karkeran a Herêma Kurdistanê 25 hezar kargehên biçûk û mezin hatine girtin.

Her wiha zêdetirî 200 hezar karker û karmendê di sektora taybet de di vê pêvajoya koronayê de bê kar man.  Zêdetirî 30 hezar karkerên din jî li bazaran û înşeatan de dixebitin jî ji karên xwe bûn.

Li gor daneyên Dezgeha Îstatîstîkê ya Herêma Kurdistanê di vê pêvajoya Koronayê de ji sedî 41.8 welatî bêkar mane, ji sedî 73.4 welatî bi pirsgirêka aboriyê re rûbirû hatine.

Sektora geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê rawestiya

Yek sedema ku ziyan gihand sektora geştiyariya Herêma Kurdistanê jî qedexeya çûn û hatinê bû. Dahata vê sektorê li gor amarên Desteya Geştûguzariyê salane zêdetirî mîlyarek dolar e.

Li gor amarên Desteya Geştûguzariyê li Herêma Kurdistanê zêdetirî 250 qadên geştyariyê, 2 hezar û 923 navendên geştyariyê hene. Ev ji seyrangehan, hotel, motel, havîngeh, gundên geştiyaran, restoran û kafeteryayan pêk tên.

Her wiha sala 2019’an 3 mîlyon û 700 hezar geştiyar hatine Herêma Kurdistanê, bi vê re eger her geştiyarek 300 dolarî xerc bike bi giştî dahata geştyaran digihîje mîlyarek û 110 mîlyon dolarî.

Lê belê îsal ji meha adarê heta niha ji ber girtina deriyên sînoran û balafirxaneyan tu geştyarek nehatiye Herêma Kurdistanê. Li gor daneyên sala borî di nav van sê mehan de pêwîst bû 925 hezar geştiyar hatibana Herêma Kurdistanê. Dahata wê jî wê 277 mîlyon û 500 hezar dolar bûya.

Encam

Li gor encamên ji aliyê Rojnewsê ve hatine komkirin, tenê di sê mehên borî de ji ber qedexeyan, girtina bazaran û deverên giştî, ji bilî zêdebûna asta hejariyê, zêdebûna bêkariyê û rawestîna tevgera jiyanê zêdetirî 700 mîlyon dolar ziyan gihîştiye Herêma Kurdistanê.

Li gor amarên Wezareta Tenduristiyê li Herêma Kurdistanê her roj kesên bi vîrusa koronayê dikevin zêde dibin. Lewma ev rewş hê jî bandor li ser sektora aboriya Herêma Kurdistanê dike.


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Aborî - Nivîsên Dawî
news
  • 06 04 2026

Tabloy Bêrîvane bi 17,9 mîlyon dolarî hame rotişî

news
  • 01 04 2026

Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê nan buha kirin

news
  • 27 03 2026

Tabloya Osman Hamdî Bey bi 3,6 mîlyon sterlînî hat firotin

news
  • 08 03 2026

'Qral û Qralîçe' bi 26.3 mîlyon sterlînî hat firotin

news
  • 24 02 2026

Li Helebceyê bêhna qehweya kezwanê bilind dibe

news
  • 24 12 2025

Va ye heqdestê herî kêm

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Turk: Ji bo konferansa neteweyî yekîtî çêbûye

ad

59 baroyan daxuyanî da

ad

Telebanî û Kiliçdaroglu hevdîniteke pêk anî

ad

Ji bo temaşekirinê: 'Hazirîyek Bo Derengmayînê'

ad

503 şano hatin girtin

ad

EZ(adî)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname