Diyarname
Îdîa ev e: Serokdewletê DYA'yê Donald Trump di sala 2006'an li odeyeke hotelê ligel navdara pornoyê Stormy Daniels (Bi navê xwe yê rastîn Stephanie Clifford) ketiye nav têkiliya cinsî. Muwekîlê Trump vê yekê red dike.
Lê niha ev derket holê: Berî hilbijartinê, yanê di sala 2016'an de ji bo Daniels huş bibe di navbera aliyên Trump û parêzer Michael Cohen de peyman hatiye çêkirin û ji bo vê peymarê di navbera 100 hezar û 250 hezar dolarî de pere dane wan. Trump bi vê peymanê xwestiye ew huş bibe.
Niha Ofîsa Etîkê ya Hikumetê (OGE) ji bo Wezîrê Edaletê nameyek nivîsiye û dibêje: "Pereyên ku dane Cohen divê bihata eşkerekirin."
Parêzerekî din ê Trum ê bi navê Rudy Giuliani du hefte berê di bernameyeke televîzyonê de erê kiribûn ku ev pere hatiye dayîn.
Guiliani gotibû ku ji bo îdîayên "Sexte û yên bi santaj" êdî neynin ziman û huş bibin ev pere hatine dayîn.
Ger îdîayê ku Trump ligel Daniels razaye bi temamî bêne qebûlkirin ev yek dê bê vê wateyê: Jina Trump Melania Trump di dema ku kurê xwe Barron anîbû dinê bi çend mehan paşê Trump çûye ligel wê navdara pornoyê razaye.