Amed
Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya KCD'ê encamnameya xwe weÅŸand. Vaye ew encamname:
Encamnameya Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî ya Kongreya Civaka Demokratîk hate aÅŸkerakirin. Di encamnameyê de bang li dewletên herêmê hate kirin ku zext û zora li ser zimanê kurdî bi dawî bikin û kesên mîna Vedat KurÅŸun ku ji ber xebatên xwe yên bi zimanê zikmakî hatine girtin demildest bên berdan. Di encamnameyê de behsa biryarên hatine girtin nehate kirin û bang li gelê kurd jî hate kirin ku li hemberî asîmilasyonê zimanê kurdî bikin zimanê jiyanê.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) "Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî" li di navebar rojên 12-13'ê hezîranê li Amedê bi beÅŸdariya gelek zimanzan, perwerdekar û aktîvîstên zimên li dar xist. Ji Tirkiye û ji welatên wekî; Îran, Iraq, Sûriye, Ermenistan, Rûsya, Ewropayê gelek kes û sazî beÅŸdarî komxebatê bûn. Encamnameya komxebatên hate eÅŸkerekirin û wiha hate gotin: "Di komxebatê de rewÅŸa zimanê kurdî û zimanên din ên Mezopotamyayê bi berfirehî hat gotûbêjkirin. Her wiha rê û rêbazên parastin û pêÅŸvebirina van zimanan hatin nîqaÅŸkirin. Di komxebatê de ezmûn û modelên cîhanî, mafên zimanî û mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî hatin nîqaÅŸkirin."
Ji bo dewletan: Asîmilasyonê rawestînin!
Di encamnameyê hate gotin ku bingeha gelÅŸ û arîÅŸeyên heyî pergala asîmîlasyonîst a dewletên herêma Rojhilata Navîn e û van dewletan ji bo avakirina neteweyeke yekgirtî û yekreng polîtîkayên zimankujiyê li ser gelên herêmê ferz kirine. Hate diyarkirin ku beÅŸdarên komxebatê xwest ku ji bo jiyaneke demokratîk û pêkanîna mercên pêkvejiyanê ev pergal biguhere û encamname wiha domiya: "Li ÅŸûna polîtîkayên asîmîlasyonîst divê polîtîkayên ku derfetê didin parastin û pêÅŸvebirina zimanên gelan serdest bibin."
Komxebatê ji dewletên herêmê ev daxwaz kirin:
* Bila zextên li ser kurdî û li ser zimanên din ên herêmê bê qeyd û merc ji holê werin rakirin. Kesên mîna Vedat KurÅŸun ku ji ber ziman û nasnameya xwe di girtîgehan de ne bêyî ÅŸert û merc bêne berdan.
* Mafên siyasî, çandî yên gelan di makeqanûnan de werin destnîÅŸankirin.
* Di vê serdemê de ji bo ku zimanek bijî divê bibe zimanê perwerdehiyê, lewre jî di serî de zimanê kurdî, divê zimanên herêmê bibin zimanê perwerdehiyê.
* Ji bo rêveberiyeke demokratîk û jiyaneke suriÅŸtî û azad divê pergala hiÅŸk a navendî bê guhartin, hêz û rayeya rêveberiyên herêmî û xwecihî zêdetir bibe.
'Divê saziyên kurd peywirê bigirin'
Ji bilî banga ji bo dewletan hate kirin ji siyasetmedarên kurd, saziyên sivîl ên kurdan, karsazên kurd hate xwestin ku di warê parastin û pêÅŸvebirina zimanê kurdî de peywirê bigirin û berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Hate diyarkirin ku azadiya zimanî di azadiya neteweyî de xaleke girîng û stratejîk e, divê hemû sazî û dezgehên kurdan doza zimanê kurdî bidin pêÅŸ û li ser vê bingehê xebatên hevbeÅŸ bikin.
'Divê kurd li benda unîter nemînin'
Hate xwestin ku divê gelê kurd êdî li benda dewletên unîter nemîne û pergala xwe ya civakî, siyasî, çandî ava bike. Komxebatê eÅŸkere kir ku ew di nav pergala giÅŸtî de, avakirina pergala ziman wekî berpirsiyariyeke hiqûqî, civakî, etîk û felsefî dibîne.
Ev bang li gelê kurd hatin kirin:
* Li her cih û warî bi kurdî bipeyive, bi kurdî bixwîne û binivîsîne.
*Di serî de siyasetmedar û rewÅŸenbîrên kurd, divê hemû kurd beÅŸdarî têkoÅŸîna parastin û pêÅŸvebirina zimanê xwe bibin.
*Bêyî ku em li benda destûr û biryara dewletên serdest bimînin, ji bo ku zimanê xwe yê zikmakî bikin zimanê hemû qadên jiyanê û ji bo avakirina pergala perwerdehiya bi zimanê zikmakî, plan û projeyan amade bikin.
*Ji bo pêÅŸvebirina ziman û perwerdehiya kurdî bila saziyek were avakirin. Bo nimûne ji bo amadekirina bingeha perwerdehiya bi zimanê zikmakî xebata unîverstiyekê were kirin.
*Rojnameger û weÅŸangerên kurd di warê bikaranîna kurdî de divê hiÅŸyar û baldar bin. Di kar û barê xwe de rêz û rêçikên zimanê kurdî esas bigirin, ji zimanê wergerê dûr bikevin.
*Sazî û dezgehên kurd têkilî û yekgirtina xwe xurtir bikin û ji bo pêÅŸvebirina çand û zimanê kurdî projeyên hevbeÅŸ pêk bînin. Nemaze jî divê ji bo perwerdehiya zarokan bername û projeyên taybet werin amadekirin.
*Kurd divê hemû zaravayên zimanê xwe wekî dewlemendiyekê bibînin û ji bo pêÅŸvebirina wan xebatê bikin. Di serî de mamoste û rewÅŸenbîrên kurd, divê hemû kurd hînî zaravayên hev bibin.
'Zimanên Mezopotamyayê hatin nîqaÅŸkirin'
Di encamnameyê de hate gotin ku di komxebatê de rewÅŸ û arîÅŸeyên zimanên Mezopotamyayê jî hate nîqaÅŸkirin û wiha hate gotin: "BeÅŸdaran diyar kir ku erdnîgariya Mezopotamyayê, erdnîgariyeke pirçandî û pirzimanî ye. Divê kurd bi awayekî tengbîn nêzî zimanên gelên cîran nebin, têkiliya van zimanan bi zimanê kurdî re bibe mijara lêkolînan û mafê perwerdehiyê ya van zimanan jî were dabînkirin. Her wiha desthilatiya kurd di xebatên xwe de divê modeleke pirzimanî pêk bîne û bi vê yekê di warê demokrasiyê de bibin mînak."
'Yekgirtina siyasî ÅŸert e'
Wekî banga dawî jî hate destnîÅŸankirin ku beÅŸdarên komxebatê ji bo azadî û pêÅŸketina zimanê kurdî bal kiÅŸandin ser pêwîstiya yekgirtina siyasî û li ser vê bingehê jî piÅŸtgiriya xwe ji bo xebatên konferanseke neteweyî diyar kiriye.