Diyarname
Li ser biryara der barê Ethem Barzanî de Rojnewsê nûçeyeke belav kir. Li gor ajansê Asayîşa Hewlêrê derbarê Ethem Barzanî de biryara girtinê daye. Biryara girtinê ji bo hemû xalên kontrolê, deriyên sînor û balafirxaneyên Duhok û Hewlêrê hatiye şandin.
Berî niha biryar hatibû dayîn û ketina Ethem Barzanî ya Hewlerê hatibû qedexekirin. Ethem Barzanî diyar kiribû ku ewê li dijî astengkirina ketina wî ya herêma di bin kontrola PDK’ê de giliyê xwe li Dadgeha Federal ya Iraqê bike. Ajans radigihîne ku ev biryara girtinê wekî hewldanek ji bo pêşîgirtina li gilîkirina Ethem Barzanî tê nirxandin.
Ger carek din neyê betalkirin meha dehan de dê li Herêma Kurdistana Federe hilbijartin li dar bikeve. Ethem Barzanî jî ragihandibû ku dê beşdarî hilbijartinê bibe. Ethem Barzanî ku ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê lîsteya namzetan amade dike.
Ethem Barzanî neviyê Ehmed Barzanî ye û tê gotin ku li herêmê bandora wî heye.


