Diyarname
Tu tîmên mezin: Beşîktaş û Fenerbahçe derketin fînala Kûpaya Fortîsê ya Tirkiyeyê. Vane îstatîstîk:
Fenerbahçeyê di nîvfînalê de Sivassporê têk bir û derket fînalê. Beşîktaş jî duh li hemberî Ankarasporê li mala xwe 2-1 têk çû lê ji ber ku di maça yekem de bi 3-1'ê bi ser ketibû bû fînalîstê duyem.
Niha dê di fînala Kûpaya Fortîs a Tirkiyeyê de Beşîktaş û Fenerbahçe bên hevberî hev.
Maç dê 13'ê Gulana 2009'an de li Stada Ataturk a Îzmîrê bê lîstin.
Heta niha Beşîktaşî 14 caran fînal lîstiye di van de 7 caran bi ser ketiye.
Beşîktaş û Fenerbahçe di fînala kûpayê de du caran hatine hevberî hev û her du caran jî Beşîktaş bi ser ketiye. Niha her kes li benda maça cara sisêyan e.
Beşîktaş di lîgê de di heman demê de li dû şampiyoniyê ye jî. Lê Fenerbahçe îsal ehmû hêviyên wê têk çûne. Ger vê kûpayê jî negire hem dê destvala salê temam bike hem jî dê nikaribe biçe Ewropayê.