BRUKSEL
Ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û piştgiriya Kobanî vê serê sibê li Bruklesê gelek kurd li ber avahiya Parlemena Ewropayê hatin ba hev û dûre ketin nava parlemenê.
Nûnerên rêxistinên rêxistinên kurdan KNK, TEV-ÇAND, CÎK, FEDA, FKÊ ên Ewropayê û nûnerên MLKP'ê li ber avahiya Parlemena Ewropayê (PE) çalakiya greva birçîbûnê dabûn dest pê kirin ku ev çalakî niha hê didome. Çalakî di roja diduyan de. Vê serê sibê bi sedan kurdên din hatin vê derê, posterên Ocalan û alên PYD'ê vekirin û dûre ketin PE'yê. Beşek ji gel korîdora ewlehiyê ya polîsan derbas kirin û ketin nava parlemenê, beşek hê li ber avahiyê sekinîne.
Hem girtina ewlehiyê ya polîsan hem çalakî didome.
Li gelek bajarên din ên Ewropayê jî çalakiyên kurdan didomin.
ANF