Diyarname
Derhêner Umit Kivanç serdema dozê ya piştî mirina Gerînendeyê Weşanê yê rojnameya Agosê Hrant Dink kir belgefîlm.
Rojnamegerê ermen Hrant Dink sê sal berê li Şişliya Stenbolê di encama gulebaranekê de hat kuştin. Piştî kuştina wî serdema dozê dest pê kir. Ev serdem bû belgefîlm. Belgefîlmê ku derhêner Umit Kivanç amade kiriye navê "19 Ocak'tan 19 Ocak'a" (Ji 19'ê rêbendanê heta 19'ê rêbendanê). Belgefîlm vê mehê di nav Bernameya Sînemayê ya Muzeya Bankeya Osmanî de cih girt û li wê derê dê bê nîşandayîn.
Di belgefîlm de hunermend Derya Alabora, Mehmet Ali Alabora, Halil Ergun, Mahir Gunşiray, Banu Guven, Meral Okay, Zuhal Olcay, Şevval Sam û Hale Soygazi bi vegotinên xwe cih digirin. Di belgefîlm de doza ku O.S bersûcê qatilê Hrant Dink hat girtin û serdema danişînan cih digire.
Di bin navê "Bîra Civakî" de 14'ê vê mehê li ÎTU Taşkişlayê nîşandayîneke pêk bê, dûre jî dê gotûbêjeke bi navê "Ji Hrant Dink, heta Hart" gotûbêjeke jî li dar bikeve. Di gotûbêjê de edîtorê Agos û Weşanên Arasê Rober Koptaş biaxive.


