Diyarname
Berendamên Serokomariyê her yek dê 10 deqe du caran di TRT'ê de propagandayê bike. Ji bo vê yekê pişke hat kişandin û dem û deqeya dê biaxivin diyar bû.
Li gor vê axaftina yekem 17'ê mehê dê van deqeyan bê kirin:
- Dogu Perinçek saet: 20.31-20.41
- Recep Tayyip Erdogan saet: 20.42-20.52
- Selahattin Demirtaş saet: 20.53-21.03
- Temel Karamollaoglu saet: 21.04-21.14
- Meral Akşener saet: 21.15-21.25
Di dema axaftinê de dê tenê ala Tirkiyeyê û kesê biaxive li ekranê hebe. Axaftin ji TRT û radyo 1, stasyoyên radyoyên yên stasyonên Antalya, Amer, Erzerom, Trabzon, Çukurova di heman demê de bêne weşandin.
Axaftina duyemîn dê 23'yê mehê bê weşandin û seaetên wê jî bi vî rengî ye:
- Temel Karamollaoglu saet: 17.06-17.16
- Meral Akşener saet: 17.17-17.27
- Recep Tayyip Erdogan saet: 17.28-17.38
- Dogu Perinçek saet: 17.39-17.49
- Selahattin Demirtaş saet: 17.50-18.00
Berendamê CHP'ê Muharrem Înce ev 10 deqeyên TRT'ê red kiribû û serî li TRT'ê nedabû, loma di nav van de nîn e.