Diyarname
Xelatên 73'yemîn ên Emmy bi merasimek hatin belavkirin. Di merasima xelatên ku wekî Oscarên televîzyonan têne hesibandin de de rêzefîlmê "The Crown" di warê dramayê de hemû xelat girtin û mohra xwe li şevê da.
Şeva merasima Xelatên Emmy li Event Deck a li Los Angelesa DYA'yê li dar ket û Cedrid the Entertainer pêşkêşvaniya wê kir. Par ji ber pandemiyê bi navberê û beşek jî ji dûr ve wekî online li beşdarî merasimê bûbûn, lê 'xaliya sor' nîn bû, îsal Xaliya Sor carek din hat û lîstikvanan li ser xaniyê bejn û bala xwe nîşan dan.
Akademiya Zanist û Hunerê ya Televîzyonan van xelatan belav dike û li dinyayê navdar e. Îsal 73'yemîn car hatin belavkirin.
Xelatên herî zêde The Crownê girtin. Rêzefîlmên wekî Ted Lasso, The Queen’s Gambit jî di warên xwe de derketin pêş.
Va ne xelatên hatin belavkirin:
RÊZEFÎLMÊ HERÎ SERKETÎ / BEŞA DRAMA:
- Rêzefîlmê Herî Serketî: The Crown
- Senaryoya Herî Serketî: Peter Morgan - The Crown, "War"
- Derhênerê/a Herî Serketî: Jessica Hobbs - The Crown "War"
- Lîstikvana Herî Serketî: Olivia Colman
- Lîstikvanê Herî Serketî: Josh O’Connor
- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Gillian Anderson - The Crown
- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Tobias Menzies - The Crown
BEŞA KOMEDÎ:
- Derhênerê/a Herî Serketî: Hacks - Lucia Aniello, “There Is No Line”
- Senaryoya Herî Serketî: Hacks - Lucia Aniello, Paul W. Downs, Jen Statsky, "There Is No Line”
- Rêzefîlmê Herî Serketî: Ted Lasso
- Lîstikvana Herî Serketî: Jean Smart – Hacks
- Lîstikvanê Herî Serketî: Jason Sudeikis – Ted Lasso
- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Hannah Waddingham - Ted Lasso
- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Brett Goldstein - Ted Lasso
BEŞA KURTERÊZEFÎLM / FÎLMÊ TV
- Derhênerê/a Herî Serketî: The Queen’s Gambit – Scott Frank
- Kurterêzefîlmê Herî Serketî: The Queen’s Gambit
- Lîstikvana Herî Serketî: Kate Winslet
- Lîstikvanê Herî Serketî: Ewan McGregor
- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Julianne Nicholson – Mare Of Easttown
- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Evan Peters – Mare of Easttown
- Senaryoya Herî Serketî: I May Destroy You – Michaela Coel
Di beşa "Kurterêzefîlm" de Kate Winslet "Xelata Lîstikvana Herî Serketî" girt.