Diyarname
Di Lîga Ewropayê de îro maça fînalê tê lîstin. tîma îtalî Atalanta û tîma lman Leverkusen tên hemberî hev.
Di duyemîn lîga mezin a UEFA'yê Lîga Ewropayê de îro maça fînalê heye. Atalanta û Bayer Leverkusen ji bo bidest xistina kûpayê dê bi hev re bilîzin.
Maç li paytexta İrlanda Dublînê li Dublin Arena ku cihê 51 û 711 kesî têde heye tê lîstin û hakêmê rumen Istvan Kovacs wê maçê bi rê ve bibe.
REQŞA LEVERKUSENÊ
Favoriyê maçê Leverkusen e, ji ber ku Leverkusenê îsal asteke baş bi dest xistiye. Ev 51 maç in têk naçe. Dîsa li Bundeslîgayê ew bû şampiyon û niha jî dixwaze vê kûpayê cara diduyan mala xwe. Leverkusenê di sala 1988'an de ev kûpa bi dest xistibû.
ATALANTA MILŞIKESTÎ YE
Atalanta îsal di lîgê de berî lîg bi dawî bibe bi hefteyek di rêza 5'an de ye. Atalantayê di fînala Kûpaya Îtalyayê de bi 1-0 li hemberî Juventusê têk çû û destvala çû mal. Niha jî li fînala vê kûpayê ye. Atalantayê qet ev kûpa bi dest nexistiye.
ÇAWA HATIN VIR?
Di çarîk fînalê de Atalantayê tîma îngilîz Liverpool, Leverkusenê jî tîmeke din a îngilîz West Ham têk bir. Di nîv fînalê de Leverkusenê Roma, Atalantayê jî Marsilya têk bir û derket fînalê.
SEVILLA 7 CARAN GIRTIYE
Herî zede Sevilla bi 7 caran ev kûpa biriye mala xwe. Paşê Milan, Juventus, Liverpool, Atletico Madrid bi 3 caran tên.
Maç li gor saeta Amedê saet 22.00'an de tê lîstin û li Tirkiyeyê TV8 yekser maçê bê pere belav dike.


