Diyarname
Komkujiya Roboskî 2 salan li dû xwe dihêle. Di vê çarçoveyê de gelek çalakî têne li dar xistin. Yek ji van çalakiyan li Stenbolê ji alyê Meclisa Aştiyê ve hate li dar xistin.
Meclisa Aştiyê îsal duyemîn car bi sernavê "Birîna me ya ku xwîn jê diherike: Roboskî" li dar xist. Çalakiya bîranîna Roboskiyê li Navenda Çanda Şişliyê bi beşdariya nivîskar, rojnameger, rewşenbîr û bi sedan kesên din li dar ket. Ji malbatên Roboskiyê Ferhat Encu, Felek Encu, Hikmet Alma jî amade bûn. Çalakiya ku Ayşegul Dogan pêşkêşvaniya wê kir de, berdevkê Meclisa Aştiyê Hakan Tahmaz axaftina destpêkê kir û got: "724 roj in ji dilê xwe xwîn diherike.Heta ev birîn xwîn jê bê ne mimkûn e li nav civakê edalet cihê xwe bibîne, jiyaneke azad çêbe, wijdan rehet bibin."
Di çalakiya bibîranînê de hunermend İlkay Akkaya û dengbêj Îbrahîmê Pîrikî bi hunera xwe amade bûn.
Piştî axaftina destpêkê ya Tahman, mêvanan axaftina xwe kir. Vane hin not ji wan axaftinan:
Tahir Elçî (Serokê Baroya Amedê):
- Roboskî ji meseleya siyasî wêdetir meseleyek wijdanî û însanî ye. Ev 2 sal in li ser dosyayê biryara veşarîbûnê heye. Parêzerên dozê nizanin di dosyayê de çi heye. Ev 2 sal in wisa didome ku du sal ne demeke maqûl e.
Di îdîanameya hatiye amadekirin de navê kesî tune ye, kî sûcdar dikin ne diyar e. A rast ji jor yê ferman daye, heta yê li jêr ev ferman aniye cih her kes divê bikevi bin lêpirsînê, lê di dozeke wisa de derketina biryarê zehmet e.
Sûcê ku li Roboskî hatiye kirin sûcekî giran e. Li gor zagonan divê 34 caran bi cezayê giran bê cezakirin.
Felek Oncu (Diya Erkan Oncu yê hat kuştin):
- Min ji Serokwezîr hesab pirsî, serê xwe kir ber xwe. Paşê got 'Leşkerên min li wir şehîd ketin'. Bi vê bûyerê ji me tola xwe hildan. Heta niha kesî ji hikumetê, ji Serfermandariya Giştî ya Artêşê hesap nepirsiye. Dibêjin 'bi zanebûn çênebûye', wê çaxê çima lêborînê naxwazin.
Serokwezîrî kujer girtine bin baskê xwe û hesabê napirse. Ji giriyan êdî di çavên me de hêstir neman. Em naxwazin dayikên din bigirîn, em ji kesên bi wijdan alîkarî dixwazin.
Ji mebûsên kurd ên AKP'ê hê li pişt Serokwezîr in. Yek ji wan wekî Hakan Şukur derneket negot ez îstîfa dikim. Yekî negot ez ji bo Roboskî îstîfa dikim. Heta kengê hûn dê wisa bin?
Levent Korkut (Endamê Heyeta Rûsipiyan):
- Divê rewşeke bi hev bawerbûnê çêbibe. Çi pirs hebin divê ji holê rabin. Ji bo vê jî nirxandina paşerojê, nûkirina bîrê, lêgerîna li heqîqetê, ji bo hev qalkirina meseleyê divê. Ev yek nebin aştiya rastîn jî çênabe.
Kesî der barê kurdan de gelê li Rojava (qala rojavaya Tirkiyeyê dike) agahdar nekiriye. Gel bi agahiyên fermî hatine agahdar kirin, bi vî awayî şikil dane wan. Mirovan digotin qey li wir terorîst hatine kuştin. Dema me ji bo wan qala rastiya meseleyê dikir, hê fêm dikirin.
Dewlet mecbûr e ji bo pêvajoya aştiyê bikeve nav hewldanan.
Orhan Alkaya (Nivîskar, helbestvan, şanoger):
- Di 'Şêrê asta ne gur' de em bûn şahidê gelek bûyeran. Komkujiya Roboskî bûyera herî alçax e. Sûcên hatine kirin, gotinên hatine gotin, her cure alçaxî çêbûye.
Nêzîk de emê hîn bibin ku kî fermana Komkujiya Roboskî daye. Ne bi rêyên paqij be jî, emê hîn bibin.
Hîkmet Alma (birê Nadîr Alma):
- Li Kurdistanê em rastî gelek komkujiyan hatine. Ji bo me Roboskî kurteya van komkujiyan hemûyan e. Em wekî malbatên Komkujiya Roboskî me ji bo xwe kiriye hedef ku kiryarên vê komkujiyê bibînin.
Heta ku kiryarên vê komkujiyê neyên darizandin em dê destê dewletê negirin. Her ku me ev yek got, dewlet zêdetir bi ser me de hat û Roboskî niha kirine wekî girtîgeheke servekirî.
Hira Selma Kalkan (ji Komeleya Pisîkiyatrî ya Tirkiyeyê):
- Ji bo mirov travmaya li Roboskî bibîne ne hewceye mirov kurd be, mirov însan be bes e.
Li Roboskî sînor tune ye, erdê wan li aliyê din ê sînor e, zarok li wir dilîzin, çûn û hatin ji bo wan tişteke ji rêzê ye.
Zarok gelek girîng in, divê mirovj i bo zarokan tiştek bike.
Ozgur Mumcu (Nivîskarê rojnameya Radikalê):
- Ger hesabê Sehabatî Alî bihata pirsîn dê bûyera Abdî Îpekçî, yê Îpekçî bihata pirsîn dê Hrant
Dînk, ger hesabê bûyera li Şirnexê ya sala 94'an bihata pirsîn dê Roboskî çênebana. Ger îro kiryarên Roboskî neyên dîtin sibê dê li cihek din bûyerên din derkevin. Lewma serokwezîr jê hez neke jî ev bûyer bûyereke raya giştî hemûyî ye.
Çapemenî 11 saetan cih neda bûyerê, li benda daxuyaniya Serfermandariya Giştî ma. Gere em vê yekê ji bîr nekin. Roja din jî manşetên wekî 'qezayek xemgîn bûn' filan bikar anîn. Weşanên nêzî hikumetê jî kirin ku serê bûyerê binixumînin. Dema serokwezîr bêterbiyetî kir û got 'Her kurtaj Roboskiyek e' em wekî çapemenî, me ne li ser Qilabanê, me li ser kurtajê nîqaş da dest pê kirin, ev yek guhartina rojevê bû û me li wir xeta kir.
Bi ya min hê jî civaka li rojavayê Tirkiyeyê hê jî êşa Roboskiyê fêm nekiriye. Çima ev bûyer girîng e, divê çapemenî vê yekê raxe ber çavan, dibe ku ji nû ve bi meseleyê re têkiliyê saz bike.
Ayşe Betul Çelik (Hîndekara Zanîngeha Sabanci):
- Tiştek zehmet e birîn bikewin û ev êş bê jibîrkirin. Bibîranîna Roboskî şerê li hemberî desthilatdariyê ye, ji bîr nekirin e.
Tiştê ku kurdan diêşîne jî ew e ku tirk bêdeng mane. Rêya aştiyê ji aqil wêdetir bang lêkirina dil e. Em wekî civak emê çawa bikevin dilê hev, sulhê saz bikin, sibeya xwe çawa saz bikin? Bersivên van pirsan gelek girîn in.