Diyarname
Sê lîgên UEFA’yê hene: Bi rêzê û bi meziniya xwe Lîga Şampiyonan, Lîga Ewropayê û Lîga Konfederasyonê tên. Niha di van lîgan de ji bo çarîk fînalê pişte hatin kişandin û di çarîk fînalê de reqîb diyar bûn. Di Lîga Şampiyonan de 3 tîmên Îngilistanê, 3 tîmên Spanyayê tîmek Almanyayê û tîmek Portekîzê karî derkeve çarîk fînalê, bi gotineke din serdestî di destê îngiliz û spanyolan de ye. Lê di Lîga Ewropayê de hê zêdetir welat hene: Ji Almanyayê 2 tîm, ji Spanya, Fransa, Îngilistan, Îtalya, Portekîs û Skoçyayê her yek tîmek heye.
LÎGA ŞAMPIYONAN
Ji bo çarîk fînala Lîga Şampiyonan 18’ê mêhê li Niyona Swîsreyê pişke hat kişandin. Encaneke wisa derket:
- Chelsea (Îngilistan) - Real Madrid (Spanya)
- Manchester City (Îngilistan) - Atletico Madrid (Spanya)
- Villarreal (Spanya) - Bayern Munih (Almanya)
- Benfica (Portekîz) - Liverpool (İngiltere)
Maçên çarîk fînalê dê rojên 5 û 6’ê avrêlê, maçên duyemîn jî 12 û 13’yê avrêlê bêne lîstin û yên bi ser bikevin dê herin nîv fînalê.
Serketiyên van tîmên çarîk fînalê dê di nîv fînalê de bi vî awayî bibin reqîbên hev:
- Manchester City - Atletico Madrid / Chelsea - Real Madrid
- Benfica - Liverpool / Villarreal - Bayern Munih
Maçên yekemîn ên nîv wînalhe rojan 26 û 27’ê avrêlê, maçên duyemîn jî 3 û 4’ê gulanê dê bêne lîstin.
Maça fînalê divê li St Petersburga Rusyayê bihata lîstin lê ji ber êrişa Rusyayê ya li ser Ûkraynayê maç ji wir girtin û dan Fransayê. Maça fînalê dê roja 28'ê gulanê li Stade de France ya li Parîsa Fransayê bê lîstin.
LÎGA EWROPA
Di Lîga Ewropayê de encama pişkeyê ji bo çarîk fînalê wisa çêbû:
- Leipzig - Atalanta
- E. Frankfurt - Barcelona
- West Ham - Lyon
- Braga - Rangers
Ewê rojên 7 û 14’ê avrêlê bên hemberî hev. Tîmên ku bi ser bikevin dê herin nîv fînalê. Ji bo nîv fînalê serketiyên van tîman dê bibin reqîbên hev:
- Leipzig / Atalanta - Braga / Rangers
- West Ham or Lyon - Frankfurt or Barcelona
Maçên nîv fînalê jî dê rojên 28’ê avrêlê û 5’ê gulanê bêne lîstin. Du tîmên bi ser bikevin dê herin fînalê. Maça fînalê 18’ê gulanê li Stada Ramon Sanchez-Pizjua a li Sevillaya Spanyayê bê lîstin.
LÎGA KONFERANSÊ
Di Lîga Konferansê de jî ji bo çarîk fînalê pişke hat kişanrdin. Ev tîm bûn reqîbên hev:
- Bodo Glimt (Norwec) - Roma (Îtalya)
- Feyenoord (Hollanda) - Slavia Prag (Çekya)
- Olimpik Marsilya (Fransa) - PAOK (Yewnanistan)
- Leicester City (Îngilistan) - PSV Eindhoven (Hollanda)
Tîmên bi ser bikevin dê herin nîv fînalê û di vê beşê de jî serketiyên van maçan dê bibin reqîbên hev
- Leicester City - PSV Eindhoven / Bodo/Glimt (Norveç) - Roma
- Feyenoord - Slavia Prag / Olimpik Marsilya - PAOK
Di Lîga Konferansê de maçên çarîk fînalê 7 û 14’ê avrêlê, maçên nîv fînalê jî 28’ê avrêlê û 5’ê gulanê de têne lîstin. Maça fînalhe roja 25’ê gulanê li Stada Arena ya Neteweyî ya Tîrana Albeniyayê dê bê lîstin.