Li Parlamentoya Ewropayê Civîna 5’emîn Konferansa Kurd bi beşdariyeke mezin dest pê kir û piştî du rojan bi dawî bû. Li gel parlamenterên Ewropayê ji Tirkiye û welatên din jî eleqeyeke mezin hat nîşandan û kesên navdar û parêzvanên mafên mirovan beşdar bûn.
Axaftina vekirinê Seroka Komîsyona Welatiyên Yekîtiya Tirk ya Ewropayê (EUTCC) Karîane Westrheîm kir. Paşê Parlamentera DEP’ê ya berê Leyla Zana, Berdevka Weqfa Parastina Hawirdorê û Sefîrê Xweşbîniyê ya Konseya Ewropayê Bîanca Jagger, Serokê Koma Çepgir ya PE’yê Francîs Wurtz û Cîgira Serokê Parlamentoya Ewropayê Luîsa Morgantînî axaftin kirin. Leyla Zana ligel ku bi dehan dozan li Tirkiyeyê tê darizandin jî da zanîn ku ew ê nereve û têbikoşe. Leyla Zanayê ji bo ku li Amedê Akademiya Siyaseta Aştiyê ya Orhan Dogan bê çêkirin bang kir.
EBADÎ PEYAM ŞAND
Konferansa ‘Li Tirkiyeyê dema guherînê’ ku li PE’yê pêk hat pêr saet di 15.00’î de dest pê kir.
Malovaniya konferansê jî, ji xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê yê ji Afrîkaya Başûr Desmond Tutu, ya ji Îranê Şîrîn Ebadî, Sefîra Niyeta Baş ya Konseya Ewropayê Bîanca Jagger, siyasetmedara kurd û xwediya Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov Leyla Zana û Nivîskar Noam Chomsky dikin. Parlamenterê Partiya Çep ya PE’yê Francîs Wurtz, Sefîra Niyeta Baş ya KE’yê Bîanca Jagger û gelek kes tevlî konferansê bûn. Nivîskar Yaşar Kemal jî peyamek şandiye lê peyam negihîşt konferansê.
Peyama ku Şîrîn Ebadî ji bo konferansê şand hat xwendin. Konferansa îsal diyarî Harold Pînterê ku îsal jiyana xwe ji dest da û wek patronê EUTCC’ê tê zanîn hate kirin. Hevserokê DTP’ê Ahmet Turk di danişîna duyemîn a konferansê de axivî. Di axaftinê de got ku Pînter dema ku herî zêde pêwîstî pê hebû ji nava me koç kir û ew bi bîr anî.
PIRTÛKA NEWEKHEVIYÊ
Di danişîna duyemîn de jî Dîrektorê Projeya Mafên Mirovan ya Kurd (KHRP) Kerîm Yildiz, Cîgirê Serokê Hevserokê Parlamentoya Têkel ya Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê û Endamê Koma Lîberal Andrew Duff, Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, Parlamenterê PE’yê Pasqualîna Napoletano û Sarah Ludford û rojnamegerê kurd Amed Dîcle axivîn. Baydemîr di axafatina xwe ya ligel sînevizyonê, bi grafîkan newekheviya Kurdistan û Tirkiyeyê pêşkêş kir û bi giranî bêedaletiya ku tê kirin vegot. Baydemîr pirtûka “Pêşniyarên Çareseriya Hawirdor û Pirsgirêkên Sosyo-Ekonomiya Tirkiye û Kurdistanê” li beşdaran belav kir. Di pirtûkê de jî bi girafîkan newekheviya nav kurdan û tirkan li ber çavan hatiye raxistin.
Çareseriya pirsa kurd dê Tirkiyeyê bike demokrat
Hevserokê DTP’ê Ahmet Turk, di konferansa “YE, Tirkiye û Kurd” a li Parlamentoya Ewropayê (PE) hate lidarxistin de axivî û wiha got: “Heta pirsgirêka kurt neyê çareserkirin Tirkiye nikare bibe demokratîk.” Turk, da zanîn ku li ser biratiya gelan siyasetê dimeşînin û destnîşan kir ku projeya wan jî xweseriya demokratîk e.
Hevserokê DTP’ê Ahmet Turk di axaftina xwa ya konferansê de wiha got: “Heta pirsgirêka kurd çareser nebe şensê Tirkiyeyê ya demokratîkbûnê tune ye.” Turk, daxuyand ku çaresernekirina pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê ji aliyê hêzên statukoparêz ve tê astengkirin û wiha pê de çû: “Ev hêzên milîtarîst û statukoparêz dibêjin ‘Komar me ava kiriye û hûn ê li gorî xwesteka me siyasetê bikin’. Heta ev hişmendî ji holê ranebe li Tirkiyeyê tu tişt naguhere. Xwediyên vê feraseta şaş naxwazin pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Lewre heke pirsgirêk çareser bibe dê ev kes betal bimînin.” Turk, destnîşan kir ku kurdan tu carî nexwestiye Tirkiyeyê parçe bikin û wiha dom kir: “Kurd li Tirkiyeyê wekheviyeke bi hev re û azad dixwazin. Em her tim vê tînin ziman. Loma em baş dizanin li Rojhilata Navîn nijadperestî û pevçûnên mezhebî çawa zirarê dide gelan.”
‘XWESERIYA DEMOKRATÎK’
Turk, derbiri ku siyaseta wan li ser biratiya gelan hatiye avakirin û wiha domand: “Projeya me li ser xweseriya demokratîk hatiye diyarkirin. Em ji bo kurdan rêveberiyeke ku karibe xwe bi nasnameya xwe bide nasandin û karibe çand û zimanê xwe bijî dixwazin.” Turk di axaftina xwe de xwestekên kurdan wiha rêz kirin: “Divê kurd karibin çanda xwe pêşve bibin. Divê kurdî wekî zimanê fermî bê qebûlkirin û bikeve Makeqanûnê. Divê kurd karibin xwe di qadên aborî, siyasi, çandî û civakî de bi ziman û çanda xwe bi lêv bikin. Projeya me ya xweseriya demokratîk li ser van esasan hatiye diyarkirin.”
Turk, bal kişande ser pirsgirêka Filistîn-Israîlê û wiha axivî: “Îro em dibînin ku ev pirsgirêk çawa wijdanê cîhanê û yê me hemûyan birîn dike. Lê bawer bikin ku pirsgirêka kurd ji pirsgirêka Filistîn û Israîlê hîn mezintir e.”
GUNTER: ÇARESERÎ DIVÊ
Prof. Mîchael M. Gunter di axaftina xwe de wek îraniyek bal kişand ku ji bo YE’yê çareseriya pirsgirêka Kibrisê ji çareserkirina pirsgirêka kurd girîngtir e. Gunter dema Tirkiye nirxand têgihên wek Osmaniya Kevn û Osmaniya Nû bi kar anîn. Dema heyî ya Tirkiyeyê jî wek Osmaniya Nû bi nav kir. Gunter îdia kir ku Osamaniya Nû hewl dide îstîkrara aborî û aştiyê îxrac bike. Gunter piştî ku ji ber ku Tirkiye di nav çareseriya pirsgirêkên navneteweyî de cih digire pesnê Tirkiyeyê da û pirsgirêkên li benda wê ne jî bi bîr xist.
Gunter ji Tirkiyeyê xwest ku di Konseya Ewlehiyê de helwesta xwe ya li ser Îran, Israîl û Filistînê zelal bike. Di vê navberê de bal kişand ser şerê Tirkiyeyê yê li hember PKK’ê û bi destnîşankirinê vegot ku Amerîka dê di vê dema rêveberiya nû de jî piştgiriya Tirkiyeyê bike. Gunter vebirî ku di dema Obama de jî dê Amerîka piştgiriyê bide Tirkiyeyê lê pêşniyara Joe Biden ya ji bo Iraq bibe 3 parçe û qebûlkirina pêşnûmeya tevkujiya ermeniyan qet jî li hesabê Tirkiyeyê nayên û van pêşniyaran ji bo xwe wek tehdîtê dibîne.
Gunter di dawiyê de destnîşan kir ku şert û mercên heyî ji çareseriya pirsgirêka kurd re guncan e û derfetên mezin pêşkêş dike, ji bo vê divê Tirkiye jî çareseriya xwe ya pirsgirêka kurd bibîne û wiha berdewam kir: “Divê êdî teqez pirsgirêka kurd bê çareserkirin.” Gunter vebirî heke ligel vê jî ev pirsgirêk neyê çereserkirin ji bo tiştê ku derkeve holê jî vê biwêja fransiyan bi bîr anî: “Wek ku qet tiştek hîn nebûn hatin û wek ku qet tiştek hîn nebin berepaş vegeriyan.”
ÇAPAMENÎ KIRINE HEDEF
Amed Dîcle jî di axaftina xwe de zextên li ser çapameniya kurd anî ziman û wiha pê de çû: “Îro jî hê li Tirkiyeyê sansur pir şid pêk tê, pir kûr û pir hişk bi kar tê. Bi taybetî li hemberî çapameniya kurd ev polîtîka ji dehan caran zêdetir bi kar tê. Weşana rojnameyên kurd li dû hev tê rawestandin, kovar tên girtin, televîzyon derqanûnî tên îlankirin.” Dîcle piştî ku van mînakan pêşkêş kir û ji bo tiştê ku divê bê kirin jî ev rêz kirin: “Tiştê ku divê bê kirin pir hêsan e; divê hemû alî dev ji polîtîkayên ku wêrekî û derfetê dide polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyona Tirkiyeyê berdin. Ligel vê jî divê Amerîka û YE bê tawîz zext bidin ser Tirkiyeyê da ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên mayînde yên demokratîk biavêje.”
Ji Zana pêşniyara Akadamiya Zanistên Siyasî
5`mîn Konferansa Navnetewî ya Kurd li Parlamentoya Ewropayê dest pê kir. Konferansa Navnetewî ya li Parlamentoya Ewropayê (PE) pêr saet di 15:00`î dest pê kir û duh bi dawî bû. Piştî axaftina vekirinê ya konferansê Parlamentera DEP’ê ya berê Leyla Zana axivî Zana di axaftina xwe de rewşa Tirkiyeyê anî ziman û biryarbûna xwe ya ji bo aştiyê anî ziman. Zana pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriyê jî rêz kirin. Zana ku bi kurdî axivî, di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser cezayên lê hatine birîn û destnîşan kir ku ew ê di tekoşîna xwe de ji dayîna bedelan netirse û serî netewîne. Zana ji beşdarên konferansê re ragihand ku ji ber cezayan dibe ew nikaribe beşdarî konferansa 6. bibe û pêşniyara avakirina Akademiya Zanista Siyasetê ya li Amedê kir û desteka beşdarên konferansê xwest. Zana navê konferansê jî mîna, “Akademiya Siyaseta Aştiyê ya Orhan Dogan” pêşniyar kir.
Leyla Zana Azadiya Welat mînak nîşan da
Leyla Zana di axaftina xwe ya konferansê de xwest ku di riya demokratîzekirinê de têkoşîna kurdan baş bê dîtin. Zanayê bal kişand zextên li ser çapameniya kurd jî û wiha pê de çû: “Çapameniya kurd bi salan e maxdûrê zext, sansur, girtin û binçavkirinan e.” Zana ji bo vê yekê Azadiya Welat û Gundem mînak nîşan da. Zana der barê guherînên hikumetê de jî diyar kir ku heke di çarcoveya guherînên hikûmetê de vîzyonek nebe tu encam dê jê dernekeve. Zanayê got ku ji ber cezayan dibe ew nikaribe beşdarî konferansa pêş bibe û pêşniyara avakirina Akademiya Zanista Siyasetê kir.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin