Diyarname
Piştî têkiliya Pakistan û Hindistanê xira bûn Pakistanê temaşekirina li televîzyonên Hindistanê û guhdarîkirina radyoyên wan qedexe kir.
Li Pakistanê rêzefîlmên evînî yên hîndan û fîlmên Bollywoodê gelek têne temaşekirin. Operatorên weşanên bi kabloyî û temaşevanan bertek nîşanî vê biryarê dan.
Di meha tîrmehê de Hindistanê bûyerên li Keşmîrê bi tundî têkbiribûn. Paşê di meha rezberê de mîlîtanan êrîşê baregeha artêşê ya li Keşmîrê kiribû û 18 leşkerên hindê kuştibûn. Bi vê re xirecira di navbera her du welatan de zêdetir bûbû. Hindistan cîranê xwe Pakistanê bi "Ew serhildêrên li Keşmîrê perwerde dike û bi çekdar dike û li hemberî Hindistanê radike serhildanê" sûcdar dike, Pakistan jî van îdîayan red dike.
Ev êrîşa li baregeha li Keşmîrê bûbû sedema betekan. Piştî êrîşê li welat gel ji hikumetê xwest ku qedexe bike ku lîstikvanên ji Pakistanê di endrustriya fîlmên Bollywoodê de nelîzin. Her du aliyan jî rexne li hev kirin.
Herêma Keşmîrê di navbera her du welatan de her meseleya nîqaşê ye, her du alî dixwazin ew herêm di bin destê wan de be.