Wêneyên ji Cizîrê: “Bajarek: Cizîr”
Diyarname
Dîzaynkar, hunermend Denîz Dogan bi navê “Bajarek: Cizîr” pêþangeha wêneyan vekir. Pêþangeh heta 17’ê mehê vekiriye.
Di pêþangehê de bi giþtî wêneyên jin û zarokan hene û ligel wan ji nav jiyanê wêne hene. Pêþangeh li Navenda Hunerên Hemdem a Dogan Taþdelen a Þaredariya Çankayaya Enqereyê li dar ketiye. Pêþangeha ku 10’ê mehê vebû, heta 17’ê mêhê li dar e.
Hunermend Dogan li ser meseleyê wisa gotiye, “Dema min li Cizîrê wêne dikiþandin ligel hemû zehmetiyan di çavên jin û zarokan de her hêvî hebû, min ew hîs kir. Cizîrê bi dewlemendiya xwe ya dîrokî û çandî gelek medeniyet girtiye hembêza xwe, min xwest bi nêrîna ji ‘hundir’ ve vê nîþan bidim. Min xwest bikevim kolan, kuçe û hewþên Cizîrê.”