Diyarname
Kovara îngilîz Vogue ji bo berga xwe ya meha adara 2024'an tiştek nû ceriband: 40 jinên navdar anîn ba hev û di berga xwe de bi cih kirin.
Gerînendeyê Weşanê yê Vogue ya îngilîz Edward Enninful e. Ev 6 sal in gerînende ye û bi hejmara meha pêşiya me de dê dest ji peywira xwe berde. Ji bo hejmara xwe ya dawî bergek taybet amade kir. Di vê çarçoveyê de lîstikvan, stranbêj, model, sporkar, dîzaykar û aktîvîst anîn ba hev. Ji model Gigi Hadid heta tenîskar Serena Wiliams, ji dîzaynkar Victoria Beckham heta lîstikvan Salma Hayek, ji model Kiai Gerber û diya wê model Cindy Crawford, heta stranbêja xwediya 3 Grammy Dua Lipa, stranbêj û lîstikvan Miley Cyrus 40 jinên navdar yek bi yek anîn Îngilistanê. Steven Meisel ji bo bergê foto kişand.
40 jinên navdar ji London, Parîs, Mîlano, Los Angelesê yek bi yek tenê ji bo kişandina vî wêneyî hatine ba hev.
Edward Enninful di serdema gerînendetiya xwe de cih dabû pircureyî û tiştên ji rêze der.
Va ye ew berg...
Û çend wêneyên din ji kovarê...