Diyarname
Piştî çend rojên li nexweşxaneyê nivîskar Cîhan Roj îro emeliyet kirin; heta sibê di beşa nexweşên giran de ye.
Nivîskar Cîhan Roj ji bo emeliyetkirina reha stûya xwe çûbû nexweşxaneyê. Lê li wê derê di dema anjiyoyê de derket holê ku ne tenê reha di stûyê wî de, di rehên dil de jî xitimîn heye.
Konseya doktoran biryar da ku pêşî reha di stûyê wî de emeliyet bikin, ji bo rehên dil jî paşê dê mudexeleyê bikin; ji ber ku her du emeliyet bi hev re nabin. Û îro Cîhan Roj girtin emeliyetê. Li gor agahiyên me ji malbatê girt, doktoran gotiye "emeliyeta reha stûyê baş derbas bûye" lê dê rewş çawa be, çi encamê bide, piştî 24 saetan, sibê (30'ê mehê) saet 14'an de dê agahî bidin malbatê.
Cihan Roj niha di beşa nexweşên giran de ye û sibê dê encama emeliyetê diyar bibe.
Li gor agahiya ku berî emeliyetê me ji Cîhan Roj girtibû jî wisa gotibû, "Pêşî dê reha stûyê vekin, ger baş derbas bibe, ji bo rehên dil belkî çend rojek din emeliyet bikin."
***
Nûçeya Eleqedar:
- Nivîskar Cîhan Roj li nexweşxaneyê ye


