Mîrza Ronî
Ev hefteyeke di nav companiya 'hişê çêkirî' OpenAI de tevlîhevî çêdibe û CEO'yê companyayê Sam Altman roja înê ji kar hat derxistin!
OpenAI company hişê çêkirîye û xwediyê gelek bernameyan e. Di sala 2022’yan de gelek bernameyên li ser înternetê û teknolojiyê li qada civakî zêkirin û heta niha di qada hişê çêkirî de di nav companiyan de serkeş e. Li pişt OpenAI company Microsoftê jî heye ku di warê bernameyên computer û teknolojiyê de Microsoft serkeş e.
Çima CEO Sam Altman Ji Nav Xwe Avêtin?
Hefteya derbasbûyî roja înê lijneya rêveberiya OpenAl li ser hesabê xwe yê X'ê ragihand ku wan CEO’yê xwe Sam Altman ji kar avêtine. Piştî ev nûçeya biryara OpenAI li ser platformên ragihandinê belav bû bala rojeva hişê çêkirî ket ser OpenAI.
Piştî belavbûna nûçeyê Sam Altman jî li ser hesabê xwe yê X'ê nûçeya derbarê xwe de nivîsan ku rast e ji kar hatiye derxistin, lê anî ziman ku ji îro pêde dê li ser rewşa dê çi bibe, zêdetir bikaribe biaxive. Ev axaftina wî di nav qada hişê çêkirî de wekî diyarkirina tevlîheviyên heyî hat dîtin.
Berêvarkî Altman ji kar hat derxistin, piştî nûçe belavbûn, hevkarê avakariya OpenAI’yê Greg Brockman jî îstîfa kir. Her wiha di heyva pûşbera îsal de Sam Altman di hevpeyvîneke xwe de gotibû ku; “Lijneya rêveberiyê dibe ku min ji kar derxe, li vir divê ji kesî neyê bawer kirin, li gorî min ev girîng e.''
CEO Altman di hefteya berî ku ji kar were derxistin de bal kişandibû ser pêşketinên OpenAI û gotibû ku; wan di nav du hefteyên dawî de dîtineke gelek mezin dest xistine. Piştî van axaftinan li gorî nûçeya; The Informationê amadekariya ji kar derxistina CEO Sam, Ilya Sutskever pêk aniye.
Piştgiriya Bo CEO
Lê belê piştî rewşa qewimî di navbera Altman û xebatkarên OpenAI de hevkarî û piştgiriyek derket. Gelek xebatkarên OpenAI ragihandin ku ew ê piştgiriyê bidin Altman û ji rêvebriya OpenAI re ragihandin ku; 'divê heta saet 17 rêveberî jî îstifa bike, heke îstîfa nekin ew ê biçin tevlî campany nû ya Altman bibin.' Ne tenê xebatkaran her wiha Microsoftê jî pişgiriya xwe bo Altman ragihand. Pştî ku Microsoft jî li pişt Altman sekinî hêza Altman zêde bû û êdî li gorî dilê xwe tevgeriya. Bo ku hevkariya campanyayê ji sedî 49 para Microsoftê ye. Piştî vê piştgiriyê Microsoftê gavek mezin avêt û CEO Altman û hevkarê wî Greg Brockman bo ku komeke nû ya hişê çêkirî ava bikin tevlî xwe kirin.
OpenAI dema ev piştgirî bo Altman dîtin ew jî diketin nav hewldanan lê her ku çû piştgiriya bo Altman zêdetir dibû û ji 770 xebatkarên OpenAI 700 xebatkarî bo ku biçin tevlî Microsoftê bibin name destnîşan kirin û Microsoftê jî bo ku wan bistîne daxuyanî da.
Piştî van hewldanan êdî OpenAI neçar ma ku rewşê carek din binirxîre. Her wiha CEO'yê OpenAI Emmett Shear ê nû jî ragihand ku heke lijneya rêveberiyê di derbara sedema ji kar derxistina Altman de agahiyan piştrast nekin ew jî dev ji kar berde.
CEO Altman Bi Ser ket
Piştî van piştgiriyan OpenAI poşman bû û di derbara vegera Altman de lijneya rêvebriyê li hev kirin û roja sêşemê Altman dîsa li karê xwe vegeriya. Lê belê nîqaşên li ser vê rewşê hê didomin û hê nehatiye zelal kirin ku bê ka çima Altman ji kar derxistine.
Gelo Sedema aloziya Hişê Çêkirî Çi ye?
Herî dawî li ser vê rewşê nûçeya; Anna Tong , Jeffrey Dastin û Krystal Hu ku di malpera Reutersê de hat weşandin, tê gotin ku; du kesan ji nav company agahî dane û hin lêkolînerên OpenAI li ser dîtineke pêşketina hişê çêkirî ku dê ji ewlahiya mirovahiyê re xeter be, nameyek ji lijneya rêveberiyê re şandine.
Piştî wê nameya hişyariyê 4 rojan CEO Altman ji kar hatiye derxistin.
Li gorî vê bûyerê jî tê dîtin ku her ku diçe hişê çêkirî dikeve nav rojeva mirovahiyê û diyar e dê di demên pêş de hişê çêkirî bibe sedema gelek aloziyan û wê ji bo çand û exlaqê civakê xetereyan ava bike.
.jpg)
Çavkanî:
1: https://www.ntv.com.tr/teknoloji/sam-altman-anlasmaya-vardi-ceoluk-gorevine-geri-donuyor,qQwAG2V-90ifVJFWsXc58Q
2: https://techcrunch.com/2023/11/22/openai-emerging-from-the-ashes-has-a-lot-to-prove-even-with-sam-altmans-return/
3: https://www.reuters.com/technology/sam-altmans-ouster-openai-was-precipitated-by-letter-board-about-ai-breakthrough-2023-11-22/


