Keleha Koço
Melîk AYKOÇ
Keleha Koço, navê çend gundikên piçûk ên zozanî û keleheke bi razê nav û deng mezin e. Keleh li bakur rojhilatê gundikê Koço ye. Tirkan navê vir kiriye "Yildirim" dibe ku li vir brûskê li bin çengê yê ku xwestiye nav biguherine dabe, lema kiribe "Yildirim." Ew herêma li dor Keleha Koço bi giþtî cihekî çiyayî û zozanî ye, li hawîrdor kêm gund û deverên þên hene. Koço yekem gundê li navenda vê herêmê ye, ji wê baþ tê nasîn. Gundê herî nêzîk, gundê ser bi Giyadînê, Usturkan e. Her wiha gundê girêdayiyê navçeya Bazîdê, Kaniyakewaran jî ne dûr e. Li gel zozanvanên Giyadînê, gelek gundiyên Bazîdê û deverên din jî berê derdiketin van zozanên nêzê gundê Koço. Divê ev rastî jî bê gotin, berê fermanên êzdiyên Serhedê, ev dever bi giþtî gund û zozanên kurdên êzdî bûn. Li vê herêmê, li bakurê gund, girê Koço heye û cihê herî bilind e, bilindahiya wê li dora 2319 metre ji deryayê bilintir e. Rêya Bazîd û Agiriyê bi qasê 7 – 8 kilometre di rojhilatê gundê Koço re derbas dibe.
Ango gundê Koço li ser sînorê navçeyên Giyadîn û Bazîdê ye. Koço bi qasê 10 kîlometreyan li rojhilatê Giyadînê ji çend mezrayên piçûk pêk tê.
Keleh xwedanê taybetiyeke gelek xwerû ye. Kelehên bi vî awayî, gelek kêm in. Ev keleh mîna Zîgûratên Sumeran, yan jî pîramîdê Misrê xuya dike, her wiha hinek jî diþibe, keleha Siqawî ya li Deþta Mûþê. Beþeke baxirê ku keleh li ser avabûye, di pêvajoya hezaran salan de hêrifiye û wekî xêlyeke ji axa ser sorahiyê hetanî jêr herikiye û rengekî xêliya sor daye girê kelehê. Mirov ji dûr ve wer zendike ku ev axa sor dû re hetiye rokirin û baxirê wekî kofiya serê bûkê xuya dike jî, piþtî lêkirinê lê hatiye zêdekirin. Ev taybetiya wê tenê û tenê pîramîdeke lêkirî tîne bîra mirov. Sê gir li gel hev ji ser erdekî rast bilind dibin, lê ev taybetiya tenê li girê ku keleh li ser e, heye. Baxirê gir yê ku keleh li ser hatiye lêkirin, herî kêm 30- 40 metre bi ser wan herdu girên din dikeve. Ji ber baxirê keleh li ser e, wek kofiya bûka xemilandî xuya dike, li herêmê hin çîrok jî li ser hatine hûnandin. Dibêjîn, ev sê xwiþkên di yek rojekê de kincên bûkaniyê li xwe kirine ye.
Gir ji zemînê bin ê wekî erdeke rast xuya dike, herî kêm 150 metre bilintir e. Baxirên dîharê gir yê keleh li ser hatiye avakirin jî, bi qasê 10-12 metre bilind e. Mirov tênê dikane xwe ji aliyê rojhilat ve bigîhîne navenda kelehê. Mixabin niha bê hîmê wê, tiþtek li pê nemaye. Bes çend derenceyên derdikevin kelehê jî, hê xuya dikin. Li dîhar, di navenda kelehê de hin nîþaneyên sarinc û derenceyên dadikevin binê kelehê hene.
Lê ji ber ku lê tu lêkolîneke arkeolojîk pêk nehatiye, mirov nikane derbarê avahî û mehzenên di bin kelehê de ti agahiyê bide. Ji ber ku cihê kelehê pir asê ye, gêncîneger jî hê pêþkalê wê nebûne.
Li bakurê girê kelehê hin kavilên kevnebajarekî û nîþaneyên nekropolêke hene, di kêlikan de xuyaye ku ji serdema Xaldiyan ve maye, heye.
Bes li ser wan jî tu lêkolînên arkeolojîk pêk nehatiye, ji wê, mirov nikane tu agahiyê bide. Parçeyên cêr û ferfûran lê hatine dîtin, serdema destpêka hesin destnîþan dikin. Bê vê, mirov tenê dikane hin agahiyên bi me ve xuya bide. Yek, mirov dikane ji dîharê kelehê, keleha Arûç, gola Masiyan, bajarê Bazîdê, derdora germikên Giyadînê, zozanên Sînegê, Eledax û Tendûrekê wekî neynikekê bibîne, heta dikane baþ raçavîne jî. Ji ber vê jî dibe ku ev keleh xwerû wekî cihekî parastina zozanvanan, çavdêriya heremê hatibe bikaranîn.
Mixabin ku rewþa dîrok û paþmayiyên dîroka me bi giranî ev e. Yên bikanin derkevin diharê wê, wêneyên hawîrdor xwerû jî xiþma çiyayê Agirîyê ku ji vir ve baþ xuya dike, bi wêneyan wê xofa wî rabîhîse û bide rabîhîstin, bi dilxweþî vê dikin. Lê ji ber ku ne di destê xwediyê heremê de ye, wisa bêxwedî û di tariyê de hatiye hiþtin. Wê kengê lêkolînên bingehîn li serê pêk werin, ew jî nayê zanîn. Piþtî vê gazinca li pey her kelahê weke axîn ji hinavê me yê kesirî diherike, em dîsa gotina dawiyê li vê zêde bikin û bêjin; hetanî keleh û cihekî dîrokî yê din, bimînin di nava xweþiyê de.
Ji Yenî Ozgur Polîtîka hatiye girtin