Amed
2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîyê yên Amedê bi merasimek dest pê kir. Li Hewş Cafeya li Sûra Amedê çalikiyê dest pê kir û heta 24'ê mehê dê bidome.
Di merasima destpêkirina rojên fîlman de aktîvîsta Komeleya Ekolojiyê Leyla Çite axivî û got, "Em ji demên zehmet re derbas dibin, li hemberî hemû têkbirinên ekolojiyê têkoşîn didome. Li ser jiyana ku dijî têkbirina ekolojiyê ne û li ser rêya sêyemîn ku em pêşniyar dikin dê fîlm bêne nîşandayîn. Dest dan ser şaredariya me lê bi qasî dilê me hewşên me yên fireh hene. Li nava Sûrê bîra me têk birin, lê em li hemberî vê têkbirinê radiwestin. Tiştek muhîm e mirov gotin û çalakiyê bigihîne hev, ji bo vê yekê em li vê derê ne."
Dûre vîdoyê danasîna komeleyê hat nîşandayîn û Rojên Fîlmên Ekolojîyê yên Amedê. Li gor bernameya roje yekemîn îro kurtefîlmên "Anîma" û "Rec" û fîlmê metrajdirêj "Eko, Eko, Eko" hatin nîşandayîn.
Rojên Fîlmên Ekolojîyê yên Amedê roja 23 û 24'ê mehê jî dê fîlman pêşkêş bike.
***
Nûçeya Eleqedar:
- 3 roj fîlmên ekolojiyê li Amedê dibin mêvan


