Diyarname
2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîyê yên Amedê li Amedê 3 rojan kon datîne. Di van 3 rojan de fîlmên li ser ekolojiyê dê bêne nîşandayîn û hin çalakî jî li dar bikevin.
Rojên Fîlmên Ekolojîyê yên Amedê di navbera 22-24'ê mehê de li dar dikeve. 10 belgefîlm, gotûbêj û sohbet hene. Fîlm li Hewş Kultur Sanatê têne nîşandayîn ku ev der Cafe Sûrîçî ye. Ji van yek (Nosema) li Zarok Mayê dê bê nîşandayîn.
Di vê çarçoveyê de fîlmên wekî "Anîma" (derhêner Yusuf Emre Yalçin), "Rec" (derhêner Rêzan Mîr Ugurlu),"Eko Eko Eko" (derhêner Îlkay Nîşanci), "Pişt Bexçeyê Zeytûnan" (derhêner Mervan Serhat Sarişin), "Hatay" (derhêner Îmre Azem), "Heft Senfoniya Zagrosê!" (derhêner Perwîz Rostemî), "Tolou Keur, Senefal'de" (derhêner Laure Malecot), "Sar" (derhêner Adar Baran), "Dengê Kilîtan" (derhêner Îlham Bakir), "Nosema" (derhêner Etna Ozbek) di nav bernameyê de hene. Piştî nîşandayîna fîlman bi beşdariya derhênerên fîlman dê gotûbêj li dar bikevin.