Diyarname
Odeya Muhendizên Jeolojiyê raporek amade kirine. Li gor raporê li 24 bajaran îhttîmal heye ku bi ser 7'an de erdhejên mezin çêbibin.
Li gor raporê ji bajarên kurdan li Culemêrg, Erzerom, Çewlig, Erzîncan, Culemêrg, Mereş dîsa li bajarên Tirkiyeyê Hatay, Konya, Osmaniye, Manisa, Burdur, Balikesir, Aydin,, Tokat, Kocaeli, Kayseri, Mugla, Denizli, Eskişehirê îhtîmal heye bi ser 7'an re erdhej çêbe.
Rapor radigihîne ku li Tirkiyeyê gelek bajar li ser xeta fayê ne û li Herêma Marmarayê Stenbol û bajarê Îzmîrê jî di rêzên pêşî de ne. Dîsa Raporê bi taybet^ibal kişandiye ser Stenbolê û li aliyê din gotiye ku bajarên wekî Semsûr, Balikesir, Manîsa, Aydin, Denîzlî û Tekîrdag jî di nav talûkeyê de ne.


