Diyarname
Nivîskar Helîm Yûsiv romana xwe ya nû temam kir û da ber destê weşanxaneyê. Roman meha pêşiya me dê li ber destên xwendevanan be.
Nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv romana xwe ya nû temam kir. Roman bi navê "99 morîkên belavbûyî" ye û niha li ber destê weşarxaneya Peywendê ye.Ger em bên ser naveroka romanê "Di roja şazdehê adara du hezar û diduyan de, ber êvarê, li herêma Nedersaksen a Almanyayê, kurdekî porsipî li kolanê dimeşe. Di destê wî yê çepê de, li şûna saetê, tizbiyek heye. Ji nişkê ve û ji paş ve xortekî alman ê bîst û çar salî, derba kuştinê lêdixe. Bi ketina wî re tayê tizbiyê diqete û 99 libên tizbiya wî belawela dibin." Helîm Yûsiv bi hewara wî ve diçe û ji morîkên tizbiya wî kurdê porsipî yên belavbûyî, morîk bi morîk, romana xwe ya nû dirêse.
Weşanên Peywend par pirtûkên Helîm Yûsiv ên berê derketibûn bi çapa nû gihandin ber destên xwendevanan û niha jî di amadekirina û weşandina romana nû ya Helîm Yûsiv de ye. Li gor agahiyên ku me ji weşanxaneyê girtin meha adarê de dê roman bigihîje ber destên xwendevanan.