Diyarname
Li Bajarê Dîrokî Asusê di encama lêkolînan de pênûsek bronz ku dîroka wê digihîje hezar û 800 sal berê hat dîtin.
Assos yek ji bajarên xwedî bênder ê ji serdema antîk bû; têde şanogeha antîk a serdema Roma, agora, nekropol û sûr hene. Assos li Ayvacika Çanakkale ye ku tirkan navê wê kiriye Behramkale.
Serokê Heyeta Kolandinê yê Bajarê Antîk Assos û Beşa Arkeolojî ya Fakulteya Fen-Edebiyatê yê Zanîngeha Onsekiz a Çanakkaleyê Prof. Dr. Nurettin Arslan li ser kolandinan axiviye. Ew dibêje di sala 2017'an de kolandinên xwe aliyê rojava ê bajêr û li cihê navê xan lê kirine didomînin. Ew dibêjen di kolandinên heta niha de gihîştine gelek tiştên girîng û dibêje: "Di kolandinên îsal de pênûsek bronz ku di arkeolojiyê de bi navê 'stylus' tê zanîn dîtine ku dîroka wê digihîje hezar û 800 sal berê. Pênûsa ku me dîtiye aliyek wê tûj e, aliyê din hinek xwar e. Wê demê ji bo li ser tabletên ji finda hunguvîn binivîsin û hesaban bikin ev pênûs hatine bikaranîn. Em ji van re 'stylus' dibêjin. Aliyê xwarin ê aliyê piştê ji bo jêbirin û rastkirinê, yanê li gor gotina îro wekî jêbir hatiye bikaranîn."
Arslan dibêje wê demê kesên xwende ev pênûs bikar aniye û wisa didomîne: "Helbet xwendekar zêdetir bi vê li ser qûmê dinivîsin. XWendekarên hinek din rewşa wan baş di nivîsandinê de tabletên ji finda hungivîn bikar tînin, li ser plakeyan dinivîsin. Ji bilî van bazirganan û kesên dewlemend ji bo hesabê xwe not bigirin, qeyd bikin ev pênûs bikar anîne. Lê tiştê teqez e ev divê xwediyê vê pênûsê xwende be. Helbet ne tenê kesên azad, koleyên xwende jî hebûn wê demê. Koleyên xwende ji bo hesabên xwediyên xwe ev pênûs bikar anîne."
(Nûçeya AA'yê me ji NTV girt)