Diyarname
Serokwezîrê Hollandayê û Serokê VVD'ê (Partiya Gel a Ji Bo Azadî û Demokrasiyê) Mark Rutte îstîfa kiribû. Ji ber ku cihê wî vala bû Wezîra Edalet û Ewlehiyê ya Hollandayê Dîlan Yeşîlgoz ji bo Serokatiya Partiyê beredamtiya xwe eşkere kir.
Çapemeniya Hollandayê ji bo cihê Rutte çend nav derxistibûn pêş ku yek ji wan jî Dîlan Yeşîlgoz bû ku ew bi eslê xwe ji Dêrsimê ye. Yeşîlgoz ji bo rojnameya Telegraaf axiviye û diyar kiriye ku dixwaze bibe Seroka VVD'ê. Yeşîlgoz gotiye ku plana wê ew e ku Hollandayê bike welatek hê xurtir, berxweder û aram.
Kanala dewletê Televîzyona NOS ji diyar kiriye ku rêveriya partiyê jî meyla wan li ser Yeşîlgoz e û ev yek lê zêde kirine: Vê hefteyê ji aliyê partiyê de daxuyaniyên piştgiriyê dê bêne belavkirin.
Dîlan Yeşîlgoz serê vê salê bû Wezîra Edealet û Parastinê. Demek dirêj endama Meclisa Şaredariya Amsterdamê bû.
**
Nûçeya Eleqedar:


