Diyarname
Kovar W’yê hejmara xwe ya 42’yan a Gulan-Pûşperê derxist. Kovarê di vê hejmara xwe de li ser wênesazê kurd Fewzî Bîlge dosyayek amade kiriye.
Di dosyayê de Fewzî Bîlge “Hevrêtiya pênûs û firçeyê”, Berçema Mişrîtan “Hunera valahiyê û Fewzî BÎLGE”, “Ehmed Ronîar “Efîwz Begîl”, “Çîdem Baran “Di berhemên Fewzî Bîlge de jin jin e”, Mehmet Çakmak “Di çîrokên Fewzî Bîlge de karakterên jin” û Feratê Dengizî jî “Hunera xweser, kana azadiyê ye” nivîsiye.
Her wiha Jovan Horî jî ji bo dosyayê bi wênesaz Bîlge re hevpeyvîneke kiriye. Di kovarê de çîrok, helbest û gotar, gelek nivîs hatine weşandin. Her wiha edîtoriya kovarê diyar kiriye ku di hejmara bê de dê li ser Cizîra Botan dosyayê amade bikin.


