AMED
Li şûna Hevşaredarê Licê Harun Erkuş ê girtî Abdulkadîr Tunçok ê li navçeyê cerdevan e hat tayînkirin.
Li navçeya Licê ya Amedê Hevşaredar Harun Erkuş ê di 2'yê gelawêja 2015'an de hat girtin niha li şûna wî cerdevanê bi navê Abdulkarîn Tunçok wekî "Endamê Meclisa Şaredariyê" hate tayînkirin. Tunçok li gundê Bawerdê cerdevaniyê dike.
Di hilbijartina herêmî ya 2014'an de BDP'ê bi sedî 91 li Licê şaredarî bi dest xist. Li gor zagonên dewleta Tirkiyeyê di şaredariyan de hevşaredarî tune ye û kesek wekî şaredar tê hilbijartin. DBP'ê pergalek saz kir û li gor vê kesek wekî şaredar berendam nîşan da, kesek din di rêza yekemîn a Meclisa Şaredariyê de wekî Hevşaredar nîşan da. Li Licê Rêzan Ugurlu û di rêza yekemîn a Meclisa Şaredariyê de Harun Erkuş hatin hilbijartin û wan heta niha Hevşaredariya Licê kirin. Erkuş demek berê hat girtin û niha Qeymeqamiyê nivîsek ji şaredariyê re şand û li ser meseleyê ev tayînkirin ragihand.
(Foto arşîv: Dema girtina Erkuş de ligel Hevşeredarê Amedê Firat Anli çalakiya şermezarkirina girtina Erkuş hatibû lidarxistin.)
**
Nivîsek li ser Harun Erkuş: "Gundî ye, lêxin"