logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

"Putin's Kiss" an jî welat bi ku ve diçe?

Li welatek bifikirin. Nav ne girîng e. Bila kesek bê desthilatdariyê. Ew, ji bo desthilatdariya xwe xurtir bike, ji bo b

  • Dîrok: 13/04/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Li welatek bifikirin. Nav ne girîng e. Bila kesek bê desthilatdariyê. Ew, ji bo desthilatdariya xwe xurtir bike, ji bo bibe hakimê her derê û her tiştî dê çi bike? Bersiv li gor welatan diguhere lê ji bo welatên ne demokratîk herhal dê bersiv çi pêdivî pê hebe dê wê bike ye. Serokdewletê Rusyayê Putin jî wisa dike.
Pêşî Yekîtiya Sovyetê têk diçe, dûre xirecir di nava Yekîtiya Rusyayê û pêre jî hemû welatên bi vê yekîtiyê ve girêdayî derdikeve. Dûre zilamek bi navê Vladimir Putin tê ser kar û her ku diçe ew cihê xwe zexmtir, xurtir dike. Putin ji bo cihê xwe xurtir bike rêxistineke ciwanan ava dike. Rêxistina bi navê Nashi bi her awayî girêdana xwe nîşanî Putin dide, carinan çalakiyan li dar dixe, carinan diçe li mirovan dixe. Û niha ev rêxistin bi ser çîroka keçek bi navê Masha re bû mijara belgefîlmekî. Belgefîlmê bi navê "Putin's Kiss' (Maçkirina Putin) di çarçoveya 31'yemîn Festîvala Fîlman a Stenbolê de du caran (5 û 10'ê mehê) hat nîşandayîn.

Belgefîlmê "Putin's Kiss" xwe bera nava dilê demokrasiya Rus ku wekî "Demokrasiya bi şêweya Putin" tê bi nav kirin dide. Di fîlm de em rêxistina ciwanan Nashi ku bi armanca vê demokrasiya Putin biparêze hatiye avakirin û em çîroka Mashaya 19 salî ku berdevkê vê rêxistinê ye temaşe dikin.

Di nav armancên rêxistinê de ji pêşî li firehbûna fikrên muxalefetê bigire, heta 'Rusyayê ji neyarên wê' paqij bike gelek tişt hene. Nasha ku berdevka vê rêxistinê ye gelek bi Putin ve girêdayî ye û wî wekî "Napolyonê Kremlînê" dibîne.

Hinek Putinî wekî zordarek, komek din wî wekî bavekî karîzmatîk, her wiha rizgarkerek dibînin.
Nasha jî yek ji wan e ku Putinî û rêveçûna Rusyayê ya di bin rêveberiya Putin de diparêze.
Belgefîlm bi ser Nasha re rewşa Nashi nîşan dide ku mirov navan biguherîne, navên welatek din jî lê bike dibe. Ji ber ku li her welatê ne demokratîk dikare "Nashi"yên wisa hebin, wisa zordarî li dor û dorê bikin.

Her wiha rola rojnamegerê ku di dawiyê de rêxistina Nashi derbên mirinê lê dide jî girîngiya rola rojnamegeran a di welatan de baş nîşan dide. Ku dema qesta mirina rojnameger dikin Nasha jî hay ji xwe çê dibe ku di nav rewşeke çawa de ye.
Bi gelek dîmenên ku ji çalakî û xebatên cur bi cur ên Nashi nîşan didin, dîsa bi girtina dÎtinên muxalefetê ku ew Nashi wekî zordar bi nav dikin belgefîlm serketîtir bûye.

Belgefîlm ji bo dîrok û rewşa welatan gelek girîng in. Ji bo serwextbûna der barê welatên ne demokratîk, welatên dîktator temaşekirina "Putin's Kiss" girîng e. Belgefîlmê ku li festîvalên Sundance û Amsterdam hatiye nîşandayîn xelata ÎDFA'yê ku li dinyayê yek ji girîngtirîn festîvala belgefîlman e girtiye, hêjayî temaşekirinê ye. Bi vî belgefîlmî û belgefîlmên bi vî rengî mirov dikare bibîne ku welatek bi ku ve diçe jî.

Kunyeya belgefîlm:
Putin's Kiss / Maçkirina Putin
Derhêner: Lise Birk Pedersen
Sala Kişandinê: 2011
Mawe: 84 deqe
Ziman: Rusî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

***

Nûçeyên eleqedar:

- Şahiya sinemayê Festîvala Fîlman a Stenbolê dest pê kir

- Festîvala Stenbolê fîlmên kurdî dike mêvanên xwe

- Di Festîvalê de Dersên Sînemayê

- Dest bi firotina bilêtên fîlman kirin

- Rêwîtiya Festîvala Stenbolê dest pê kir

- Xelatgirên Rûmetê yên Festîvala Stenbolê diyar bûn

- Serokên Juriyê Ceylan û Mungan in

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hezkirin ev e: 2 saetan de 3700 bilêt hatin firotin

ad

Masî jî di navbera xwe de diaxivin

ad

Corbyn li Îngilistanê partiyeke nû ya çep ava kir

ad

Abbas Vali li ser "Xweserî"yê dipeyive

ad

Şampiyonî bi 2 golan dest bi lîgê kir

ad

Kurd dê çend mebûsan bi dest bixin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname