Piştî Waliyê Stenbolê, Waliyê Amed, Enqere û Batmanê jî mîtîngên ji bo Newrozê qedexe kir lê BDP'ê bersiv da û got Newroz dê bê pîrozkirin.
BDP'ê îsal biryar girt ku çalakiyên pîrozbahiyê yên Newrozê di 18'ê mehê de bide dest pê kirin û heta 21'ê mehê li gelek cihan pîrozbahiyan li dar bixe. Ji bo vê yekê di 18'ê mehê de dê li Amed û STenbolê mîtîngên mezin li dar bixista.
Pêşê Waliyê Stenbolê ji bo çapemeniyê ragihand ku ew di 18'ê mehê de destûrê nadin mîtîngek wisa û got yên dixwazin bila 21'ê mehê mîtînga Newrozê li dar bixin. Îro jî walîtiyên Amed, Wan û Enqereyê biryara qedexeya mîtîngan da.
BDP'ê biryara xwe da ku bi her awayî Newrozê pîroz bike.
Hevseroka BDP'a Stenbolê Asiye Kolçak îro careke din ragihand ku dê ew roja 18'ê mehê li Kazliçeşmeya Zeytinburnuya Stenbolê Newrozê pîroz bikin.
Li Amedê jî Hevserokên BDP'ê, Şaredarên BDP'ê û rêveberên BDP'a Amedê îro li hev civiyan. Piştî civînê Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş wisa got: "Ev biryar ne ji aliyê walîtiyan ve ji aliyê hikumeta AKP'ê ve hatiye girtin. Meşa azadiyê ya gel tu artêş, polîs û hêzên din nikarin rawestînin."
***
Nûçeyên eleqedar:
- BDP: Em ê Newroza Stenbolê di 18’ê mehê de pîroz bikin
- Demirtaş: Emê walîtiyê ji holê rakin
- Ji bo BDP'ê qedexe, ji bo Walî serbest e!
- Ev afîşa Newrozê hat qedexekirin
- Di Newrozê de 4 daxwazên bingehîn ên kurdan
- Vaye bernameya Newroza 2012'yan