Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç ku her sal dide îsal ji bo xebata wan kurdî da Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya li rojavayê Kurdistanê.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo bîranîna zimanzan Feqî Huseyîn Sagniç her sal Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç dide kes an saziyên ku ji bo zimanê kurdî xebitîne. Xelata ku ji sala 2005'an ve tê dayîn îsal didin SZK'ê. Piştî ku li rojavayê Kurdistanê kurdan desthilatdariya bajar û navçeyan girt bin destê xwe, SZK'ê dest bi xebatên li ser zimanê kurdî kir û niha SZK li gelek dibistanan bi kurdî dersê dide zarokên kurdan.
Ji bo dayîna xelatê 12'ê adarê de li Cezayîr Restorantê dê merasimeke xelatdayînê bê lidarxistin û xelat bidin nûnerên SZK'ê.
Enstîtuyê par ev xelat dabû MulaziM Ozcan ku Ozcan ji ber ku li Akademiya Siyasetê ya BDP'ê dersa wêjeyê dabû di çarçoveya "Operasyonên KCK'ê" de hatibû girtin.
Heta niha van kesan Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç girtine.
2005: Ziman Zana Farqînî
2006: Nivîskar Malmîsanij
2007: Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş
2008: Rojnameya Azadiya Welat
2009: Rewşenbîrê kurd Ahmet Turk
2010: Helbestvan Kawa Nemir
2011: Siyasetmedar Hatîp Dîcle
2012: Helbestvan û nivîskar Mulazim Ozcan
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.