Parîs
2'yemîn Festîvaka Çanda Kurdan a Parîsê bi çalakiyan dest pê kir. Festîval heta 12'yê mehê dê li dar be.
Festîvala îsal diyarî Emine Kara, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer ên li Parîsê hatibûn kuştin hatiye kirin.
Ji bo destpêkirina festîvalê merasimek li dar ket. Li ser derenceya ku ew li wê derê hatibûn kuştin çalakiyê dest pê kir. Bi beşdariya endamên nûnerên saziyên kurdan û
komên foklorê ji wir hetanî avahiya Şaredariya Parîsê ya 10’emîn meşek çandî lidarxistin.
Li Salona avahiya 10'emîn Şaredariya Parîsê çalakiyên destpêkirina festîvalê dom kirin. Wêneyên her sê kesên hatibûn kuştin bi ekranê dan ser dîwar.
Senatorê Parîsê Rêmi Fêraud, senatora Partiya Komunîst Laurence Cohen, Endamê Meclisa Parîsê ya 10'emîn Elie Joussellin, Seroka
France Kurdistan Sylvie Jan, Serokê Acortê Umit Metin, nunerên saziyên Keldanî, Federasyona Jinan a Kabîlê, rayedarên Şaredariya Sarcellesê jî têde gelek kes di merasimê de amade bûn.
Koma Govendê ya Rojbîn Parîsê, Meral Alkan û Ulaş Kelaşin di merasimê de derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin.
Senatorê Parîsê Rêmi Fêraud di kurteaxaftina kir de got, "10 Parîs mala kurdan e. Şaredarî ji bo mazûvaniya çalakiyeke wisa serbilind e."
Va ye bername:
Li gor bernameyê 7'ê mehê li Komeleya Kurd dê taştê bê dayîn.
- 8 Gulan: Li banliyoya Sarcellesê lîstikek şanoyê dê bê lîstin.
- 9 Gulan: Li banliyoya Bobîgnyê wê şahiyeke dengbêjan li dar bikeve.
- 10 Gulan: Ji bo zarokan wê anîmasyon û belgefilmê “Darên bi tenê” bê nîşandayîn.
- 11 Gulan: Bi temaya “Jin Jiyan Azadî” pêşengeh dê bê vekirin
- 12 Gulan: Li navenda Parîsê wê Koma Bajar, Mehmet Atli û Rûken Yilmaz konsera fînalê pêşkêş bikin.


