Batman
Li Navenda Çanda Biharê dengbêj di çalakiyek de hatin ba hev û ji bo dengbêj Fadilî Cizîrî ku çend roj berê wefat kiribû klam gotin.
Di çalakiya "Şevbêrka Dengbêjan" de dengbêj Evdilê Reşikî, Muzaferê Celdekî, Ehmedê Xî, Xalidê Bedlîsî, Ezizê Koçer, Faiqê Kififi, Hesenê Elikî, Hozan Hadî û Şexmûsê Erbanecî amade bûn. Ligel mebûsê HDP'ê yê Batmanê Necdet Îpekyuz gelek kesên din amade bûn.
Di şevbihurkê de ji bo dengbêjên wefat kirine rawestina hurmetê çêbû û paşê dest bi klaman kirin. Koma Erbane jî bi erbaneyên xwe ligel dengbêjan di çalakiyê de amade bûn. Di şevê de klamên Fadilê Cizîrî ku çendek berê wefat kiribû hatin xwendin û ew hat bibîranîn.
Ji MA'yê hatiye girtin