Diyarname
Hevserokê BDP'ê Gultan Kişanak ji bo biserdegirtina DÎHA, Ozgur Gundem, Etha û saziyên din şermezar bike îro wekî nûçegîhana DÎHA'yê çû çalakiya KESK û TTB'ê şopand.
Kişanak piştî tevî mîkrofan û kameramanê DÎHA'yê li Enqereyê çalakî şopand, çû ajansê û nûçeya xwe amade kir. Lê di heman demê de ji dêvla ew nûçe çêbike, ew bi xwe bû nûçe. Hemû televîzyon û rojnameyan berê objektîfa xwe da Kişanak. Ev wêne jî ji wir ma.
Her wiha Mebûsê BDP'ê Sirri Sureyya Onder jî bi makîneya fotografan li ser navê DÎHA'yê çalakiya KESK'ê şopand û bi vî awayî piştgirî da DÎHA'yê.
Wekî notek: Roja 20'ê mehê polîsan bi ser saziyên çapemeniyê yên kurd de girtibû û di encamê de 37 kes girtibû bin çavan.
***Nûçeyên eleqedar:
- Dest danîn ser 1900 kasetên DÎHA'yê
- Navên rojnamegerên hatine binçavkirin
- IPI: Bila rojnamegerên hatin binçavkirin bên berdan
- Ev jî çêbû: 37 rojnamegerên kurd girtin bin çavan


