Diyarname
Fistîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî Uçan Supurge ji bo festîvala nû li benda fîlmên jinan e. Derhêner û sazkarên jin dikarin heta 20'ê adarê fîlmên xwe ji bo festîvalê bişînin.
Festîvala Uçan Supurge îsal dê 26'emîn car li dar bikeve. Festîvala ku îsal di navbera 31'ê gulanê û 7'ê pûşperê de li Enqereyê lidar dikeve dema serîlêdana Wê ya ji bo fîlmên jinan dest pê kiriye.
Jinên ku di warê sînemayê de xebatên xwe didomînin dikarin fîlmên xwe yên metrajdirêj, belgefîlm û kurtefîlmên xwe bişînin. Fîlmên ku bêne şandin divê sala 2022 an 2023'yan hatibin kişandin.
Di festivalê de xelatên wekî "Xelata Rûmetê", "Xelata Bilge Olgac", "Xelata Serketinê" û "Xelata Cehdûya Ciwan" têne dayîn.
Yên bixwazin dikani ji vin berheman bişînin: