Amed
Serokê Baroya Amedê Mehmet Emin AKtar li ser kolandinên li Keleha Navîn a Amedê got ku ev der her ji aliyê rayedaran ve hatiye bikaranîn, tu demê ev der wekî goristan nehatiye bikaranîn û got: "Bi awayekî komî binaxkirina mirovan komkujiyan nîşan dide. Bi kepçeyan kolandin ne rast e. Divê li gor Protokola Minnesotoyê ev der bê kolandin.
Di kolandina li navenda JÎTEM'ê ku li navenda Keleha Navîn a Amedê ye sê hestiyên serî yên din ên mirovan hatin dîtin. Bi vê yekê hejmara hestiyên seriyên mirovan ku hatine dîtin gihîşt 26'an.
Li ser vê kolandinê Baroya Amedê daxuyaniyeke da. Parêzerên girêdayî baroyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Amedê Aktar got ku hestiyên li vê derê têne dîtin nîşan didin ku li vî welatî çiqasî êş hatiye kişandin. Aktar diyar kir ku hestiyên vê derê têne dîtin pêşî JÎTEM'ê tîne bîra mirov, ji ber wehşeta ku JÎTEM'ê li vê erdnîgariyê pêk aniye bûye sedema travmayeke mezin.
Aktar diyar kir ku li 250 gorên tomerî yên li herêmê hene bi ser 3 hezar kesî de cesedên mirovan li van deran hene û ev hejmar aîdê salên 90'an e.
Mehmet Emin Aktar got ku heta ev gor neyên vekirin, nasnameya cesedan neyê eşkerekirin, wan cenazeyan teslîmê xwediyên wan nekin û berpirsên van kirina neyên darizandin aştiya civakî û edalet pêk nayê.
Serokê Baroyê Aktar got ku divê li meclisê komîsyoneke lêkolînê bê avakirin û JÎTEM'a ku ev yek kiriye bê eşkerekirin û kiryar bêne darizandin.
DÎHA