logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne

  • Dîrok: 23/02/2023
  • Beş: Nûçe

AMED - Partiyên Kurdistanî têkildarî erdhejê daxuyaniyeke hevpar dan û destnîşan kirin ku erdhej tiştekî xwezayî ye lê sedemên ziyanên erdhejê xwezayî nînin û wiha gotin: “Sedema van ziyanen canî û malî; berhemên bêwijdanî, berjewendîperest, bêûsûlî, gendelî, xeletî, şaştî û bêrêgeziya dezgehên fermî, şîrket û mirovan in.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Kurd a Demokratîk Şoreşger (DDKD), Hereketa Azadî, Partiya Komûnîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî, Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-BAKUR), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Tevgera Demokratîk a Kurdistanê-Tevger (TDK-TEVGER) û Platforma Jinên Kurd têkildarî karesata erdhejê bi dirûşma “roj roja xîretê ye” li avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat a Amedê daxuyaniyek hevpar dan.

Metna çapemeniyê ya bi kurdî ji hêla Serokê Giştî yê PAK’ê Mûstafa Ozçelîk ve û ya bi tirkî jî ji hêla Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ve hate xwendin. 

ENCAMA ERDHEJÊ

Daxuyaniya hevpar wiha ye: “Ji bo dermankirina birînên felaketa erdhejê em dest bidin destê hev. Di roja 06.02.2023’yan de du erdhejên bi pileya 7.7 û 7.6 ku navenda wan du navçeyên  bajarê Mereşê bûn, rû dan. Paşê jî di roja 20.02.2023’yan de li Hatayê erdhejeke bi pileya 6.4’ê çêbû. Erdhejê bandoreke giran li 10 bajar û bi sedan navçe û gund û mezrayên ku ji 13 milyonan zêdetir mirov lê dijiyan û piraniya wan li bakurê Kurdistanê ne kir. Li gorî amarên heta îro hatine ragihandin, hejmara kesên ku  di van erdhejan da jiyana xwe ji dest dane nêzî 44 hezaran e; hejmara  birîndaran jî ji 200 hezar kesî zêdetir in. Bi sed hezaran avahî jî rûxane, xesareke mezin dîtine.

TIRKIYEYÊ WEZÎFEYA XWE BI CIH NE ANÎ

Tu şik û gumanên me nîne ku ziyana can û malî, wêraniyeke mezin a derûniyê çêkiriye û dê hêj bidome jî. Van erdhejan li Efrîn, Cinderês û Helebê jî rê li ber karesatên mezin vekirin. Mixabin alîkariyeke berbiçav negihiştiye van deran. Heta niha 7 hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî ji 15 hezaran zêdetir e. Bi hezaran avayî xerabûne, zirareke mezin a madî çêbûye. Gel di rewşeke perîşan de ye. Ji 6’ê sibatê ve heta îro aşkere ye ku Tirkiyeyê bi qasî ku pêwîst bû û di wexta xwe de li van bajarên ku erdhej lê çêbûne wezîfeyên xwe neaniye cih.

DEZGEHÊN DEWLETÊ LI QADÊ NEBÛN

Bi taybetî di 3 rojên ewil ên erdhejê de, di hawarçûyîna ser kavilan û di alîkariya mexdûran de,  lawazî, bêkoordînasyonî, bêserûberî, xemsarî û îhmalkariya hemû dem û dezgehên Tirkiyeyê li ber çavan bû; dezgehên dewletê li qadê nebûn. Her wiha Tirkiyeyê bi taybetî di 3 rojên ewil de, hema hema rê neda ku ji derveyî wê gelek kes û dezgeh û alî bi îmkanên xwe yekser alîkariyan bigihînin mexdûrên erdhejê.  Niha jî li gelek deran ev astengî berdewam in.

‘CAREKE DIN DEST BI SIYASETA ŞER KIRIN

Dewletê rê li ber piraniya alîkariyên ku dê biçûna rojavayê Kurdistanê, Efrîn, Cinderês û Helebê girt. Bi van kiryarên xwe xisara canî û ya madî zêde kiriye. Helwesta dewletê, berf û baran û sermaya heyî ya dijwar jî mexdûriyeta erdhejê gelek mezintir kir. Helbet ev ne cara ewile ku gelê Kurdistanê rastî van siyaset û helwestên Tirkiyeyê tê. Desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê bi taybetî piştî 22’yê tîrmeha 2015’an careke din dest bi siyaseta şer kir. Û kiryar û siyaseta xwe ya li dijî kurdan û ya şer, bi stratejiyeke nû, li sê perçeyên Kurdistanê berfirehtir kiriye. Berhemên vê hişmendî, siyaset û helwesta Tirkiyeyê û şêweyê sîstema rêvebirina wê ya takekesî û totalîter jî, texrîbat û xesarên  erdhejê  yên canî û malî mezintir û berfirehtir kirine.”

PEYAM Û BANGÊN PARTIYÊN KURDISTANÎ

Lê belê li gel hemû astengiyên qanûnî û fiîlî yên Tirkiyeyê heta niha derxistin û derdixîne jî, gelê me bi hestyarî û bi lihevxwedî derketineke mezin alîkariya mexdûran dike. Li bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û li dîasporayê, me weke van partiyên ku ev daxuyanî îmze kirine û gelek partî û rêxistinên siyasî yên din, dezgehên sivîl, kesayet, şaredarî û şîrketan, ji bo alîkariya birîndar û mexdûran, xebat û kampanyayên baş pêk anîne û em pêk tînin.

HELWESTA HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ

Gelek dewletên cîhanê jî alîkariyên cur be cur digihînin deverên ku erdhej lê çêbûne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê başûrê Kurdistanê xebateke berfireh ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê yên li bakur û rojavayê Kurdistanê, li Tirkiyeyê û Sûriyeyê dimeşînin. 

Erdhej rûdaneke xwezayî ye, meriv nikare rê li ber bigire. Lê em dikarin bêjin ku sedemên zirarên  erdhejê ne xwezayî ne. Berhemên bêwîjdanî, berjewendîperestî, bêûsûlî, gendelî, xeletî, şaştî û bêrêgeziyên dezgehên fermî, şîrket û mirovan e. 

BERPIRSIYARÊ YEKEM DEWLET E

Lê heke di erdhejekê de zirarên canî û malî çêbûn, berpirsyarê yekem ê herî mezin,  bi hemû dezgeh û wezaretên xwe ve, bi şaredariyên xwe ve dewlet bi xwe ye.

Ji bo ku Tirkiye û Kurdistan bi encamên xerab ên karesata erdhejê re rû bi rû nemînin, beriya her tiştî divê gavên lezgîn ên ji bo sîstema rêveberiyên herêmî, ji bo rêveberiyeke demokratîk û azadîxwaz bêne avêtin.

Ji bo ava kirina avahiyên ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin divê navendeke taybet a stratejîk bê avakirin.

Hemû tevdîr û xebatên ku ji bo avakirina bajaran û alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê têne kirin, divê ne ji bo guherandina demografiya herêmê bin. 

EM JI BO ALÎKARIYÊ SEFERBER BIBIN

Ji bo gelê me yê ku di erdhejê de mexdûr bûye, bi taybetî jî ciwanên me,  cih û warên xwe terk nekin, li ser axa xwe bimînin, koçberî çênebin, divê em xebateke mezin bihûn in. Ji bo vê jî em bangî gelên xwe, bangî hemû dezgeh û aliyên peywendîdar ên navxweyî û navneteweyî dikin, da ku em ji mexdûrên erdhejê re cih û warên ku bikaribin di şertên însanî de lê bijîn peyda bikin; em ji bo alîkarî û piştgiriya aborî û ji bo ku ji wan re kar peyda bikin, em seferber bibin. 

Divê tu kes û der û dor an jî dezgeh vê karesata erdhejê ji bo berjewendiyên xwe wek firsend bikar neyîne, mexdûriyeta gelê me îstîsmar neke, xwe ji zêdekirina kirêyên xaniyan û girankirina nirxên pêdawîsatiyan dûr bixe.

DIVÊ RÊYA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD Û KURDISTANÊ BÊ VEKIRIN

Ji bo ku derfetên heyî, di xebatên rêlibergirtina rîskên erdhejê bên kirin û bajarên ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin bêne ava kirin; divê ew derfetên ji bo şer û çekan têne serfkirin bên rawestandin, dawî li şer bê anîn; divê daxwazên lezgîn ên miletê kurd bên qebûlkirin û bi awayên siyasî û demokratîk rêya çareseriya pirsgirêka kurd û Kurdistanê bê vekirin.

Dewleta Tirkiyeyê divê bizane ku dê nikaribe bi ragihandina rewşa awarte, ji xwe re weke firsendekê bi kar bîne da ku rê li ber xebatên alîkarî û piştgiriya mexdûrên erdhejê bigire, da ku rê li ber doza azadiya Kurdistanê û doza azadî, demokrasî, wekhevî  û edaletê ya li Tirkiyeyê bigire.

BANG LI GEL Û HIKÛMETA KURDISTANÊ KIRIN

Em bangî gelên xwe, bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, hemû dezgeh, partî û kesayetên kurd û kurdistanî û hemû dostên kurdan dikin da ku, em di xebata gihandina alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê de berdewam bin, em wan bi tenê nehêlin, em xwedî li hev derkevin.

Helbet ku barê karesatên bi vî rengî, dikare bi derfetên dewletan û bi alîkariyên navdewletî bêne hilgirtin. Ji ber vê rastiyê jî, em bangî rayedarên Tirkiyeyê dikin da ku rê li ber alîkariyên dezgehên sivîl û yên dewletan negirin û beriya her tiştî berpirsyariyên xwe yên dewletî bi cih bînin. 

Heta ku çareseriyên mayînde bên bicihanîn, di demeke herî kurt de divê pêwîstiyên mexdûran ên  lezgîn, ên wek alîkariyên aborî, konên zivistanê, konteyner û cihên ku lê bimînin, cil û bergên zivistanê, sobeyên cur bi cur, êzing, komir, erzaq, av, derman, pêwîstiyên zarok û jinan, nivîn û betaniyeyan temîn bikin. 

BANG LI SAZIYÊN CÎHANÊ HAT KIRIN

Bêyî şik, wek her bûyereke xwezayî, civakî, siyasî de di vê erdhejê de jî mexdûrên herî mezin jin, zarok, astengdar û kesên temen dirêj in. Ji ber vê rastiyê jî divê di vê erdhejê de,  ji bo telafîkirina mexdûriyeta van her çar beşên civatê bernameyeke taybet bê lidarxistin. Bi taybetî jî divê hemû xebat li ser esasê cudakariya pozîtîf a jinan bêne hûnandin.

Em bangî hemî dezgehên navneteweyî, Netewên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropayê (YE) dikin, da ku alîkariyên pêwîst û berfireh bikin û ji bo ku Tirkiyeyê der barê alîkariya mexdûran de xebatên bi lez û berhemdar pêk bîne, diyalogeke xurt pêk bînin.”

MA

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Li Meclisê yekem car di nasnameya xwe de êzîdî nivîsî

ad

Wêje, felsefe û romanên ramanî

ad

Helîm Yûsiv: Kurd hemû xwedî pirsgirêkên derûnî ne

ad

Li Tirkiyeyê qeyrana pereyên dolar ên sexte

ad

Deqeya dawî: Huseyin Aygun serbest berdan

ad

Ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê bang hate kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname