Diyarname
Mebûsê HDP'e yê Mêrdînê Alî Atalan nasnameya xwe ya Meclisê ku di beşa ol de îslam dinivîsand guhart, li wir êzîdî da nivîsandin. Atalan xwest hemû êzîdî ev beşa olê ku vala hatiye hiştin têde êzîdî binivîsin.
Atalan ji bo di nasnameya wî ya meclisê de ji dêvla îslamê êzîdî bê nivîsandin serî li Serokatiya Meclisê da. Atalan di axaftina xwe ya li meclisê de got ku di nasnameya wî de cihê olê vala ye, lê di nasnameya meclisê de li cihê olê tê nivîsîn îslam hatiye nivîsîn û xwest wê bi êzîdî biguherîne. Wekîlê Serokê Meclisê yê CHP'yî Akif Hamza Çebî ku wî meclis bi rê ve dibir ferman da ku nasnameya Atalan bê guherandin. Bi vê re yekem car nasanmeyek li meclisê têde êzîdî hat nivîsandin.
Atalan li ser vê yekê ji bo Bîanetê gotiye ku ev tiştek xweş e lê hê nasnameya hemû êzîdiyan ev beş vala hatiye hiştin.
Li Tirkiyeyê kesên bixwazin dikarin serî lê bidin ku di nasnameya xwe de beşa olê îslam, xiristiyan, mûsevî, hîndûîzm, konfîçyanîzm, teoîzm, zerduştî an bûdîzm bide nivîsandin. Ji bilî van tişten din nikare bê nivîsandin. Ên êzîdî bin nikarin êzîdî bidin nivîsanrin.