Diyarname
BDP'ê berendamên xwe yên Riha û Entabê jî îro eşkere kir. Berendamê Şaredariya Bajarê Mezin ê Rihayê Osman Baydemîr e.
Ji bo vê yekê îro bi beşdariya Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş û Osman Baydemîr li Rihayê mîtîngek hat lidarxistin. Gel bi sedan erebeyan li Sêwreg û Hîlwanê pêşwazî li konvoyê kir.
Di dema axaftina xwe de Demirtaş li ser coşa gel got: "Rihayê biryara xwe daye. Bila ser xêrê be. Bila şaredariya demokratîk, gelparêz, zelal li we pîroz be."
Piştî axaftinan Demîrtaş berendamên din ku heta îro nehatibûn eşkerekirin eşkere kir.
Li gor vê li Rihayê ji bo Bajarê Mezin OSman Baydemîr û Leyla Akça wekî berendam hatin nîşandayîn.
Li Entabê jî Şaredarê Sûra Amedê yê niha Abdullah Demirbaş wekî berendam nîşan dan.