Diyarname
Li Culemêrgê 3 roj barê teqînek pêk hatibû û ciwanek bi navê Zeki Yeşil jiyana xwe ji dest dabû. BDP'ê li ser bûyerê lêkolîn kir. Cîgirê Serokê Giştî yê BDP'ê Hamit Geylani tevî mebûsê BDP'ê yê Culemêrgê Esat Canan, Şaredarê Culemêrgê Fadil Bedirhanoglu û Serokê BDP'a Culemêrgê Sidik Yildirim piştî çûn nexweşxaneyê serdana birîndaran û vegeriyan daxuyanî dan çapemeniyê. Geylanî got: "Di 2005'an de li Şemzînanê bombe avêtibûn Pirtûkxaneya Umutê, ew bûyer û ev bûyera niha pêk hatiye dişibin hev, tu ferqa wan tuneye. Her wiha mirov dikare bibêje berdewama bûyera Şemzînanê ye.
Geylanî bal kişand ser kuştina 34 gundiyên li Şirnexê û niha jî teqandina bombeyê li Culemêrgê û got ku em hêvî dikin dê pergal biaqil bibe û careke din kuştineke wisa ji bo hemwelatiyan rewa nebîne.
Mebûsê Esat Canan jî got ku gotin di bûyerê de 3 polîs jî birîndar bûne, me xwest em herin serdana wan jî lê me li nexweşxaneyê birîndar nedîtin.