Amed
HDP'Ê îro li Amedê daxuyanî da çapemeniyê û ragihand ku wan xebatên xwe yên meclisê dan rawestandin. Ew dê beşdarî xwebatên meclisê nebin.
HDP 'ê ligel endamên meclîsa xwe û mebûsên hê nehatine girtin îro lê Amedê civînek li dar xist. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen biryar ragihand. Bilgen got ku ew dê her roj ligel gelê xwe bin. Bilgen wisa got : "Niha me xebata beşdariya meclisê û beşdariya komîsyonên meclisê da rawestandin. Emê ji meclisê bi temamî vekişin an na ligel gelê xwe emê biryarê bidin. Di vir de dê helwesta Serokomar û Serokwezîr jî diyar be."
Lê meclîsa Tirkiyeyê HDP bi 59 mebûsan partiya sêyemîn e.


