Diyarname
Di 2019 Şampiyona Ewropa ya Voleybola Jinan de îşev maça fînalê hebû. Li Enqereyê Tîma Neteweyî ya Voleybola Jinan a Tirkiyeyê û ya Sirbistanê hatin hemberî hev. Sirbistanê bi 3-2 Tirkiye têk bir û bû şampiyonê Ewropayê.
Di maçê de heta seta dawî hevkêşeyek hebû lê piranî Sirbistan serbest bû. Di seda zêrîn de Sirbistan bi ser ket û kûpa bir mala xwe.
Sirbistan heta fînalê di hemû maçên xwe de bi ser ket. Tirkiye di 7 maçan de 6 maç bi dest xistibû û hatibû fînalê. Di seta yekem de Tirkiye bi 25-21, di seta duyem de bi heman skorê Sirbistanê set girt û 1-1'î çêbû. Di seta sêyem de Sirbistan bi 25-21'ê bi ser ket û Tirkiyeyê bi 25-22'yan de seda 4'an de bersiv da. Maç bû 2-2 û derbasî seta zêrîn bû. Di vê sedê de Sirbistanê bi 13-15 set bi dest xist.
Sirbistan bû du caran ser hev de dibe Şampiyonê Eqropayê, di temamiyê de 3 caran ev kûpa biriye mala xwe.
Lîstikvana Sirbistanê Boskovîç wekî lîstikvana herî serketî ya vê tûrnûvayê hat hilbijartin.


