Diyarname
Fûara Pirtûkan a Çukurovayê ku li ber destpêkirinê ye du weşanxaneyên kurdan jî têde standê vedikin.
5'emîn Fûara Pirtûkan a Çukurovayê îsal di navbeda 10-15'ê vê mehê de li dar dikeve. Fûara ku wê li Navenda Kongre û Fûara Navneteweyî ya Edeneyê li dar bikeve de li dor 170 weşanxane û saziyên sivîl standê vedikin.
Di fârê de çalakiyên wekî panel, gotûbêj, xwendina helbestan û çakaliyên zarokan dê li dar bikevin. Li gor 300 nivîskar dê biben mêvanên fûarê û pirtûkên xwe ji bo xwendevanên xwe îmze bikin.
Fûar heta 14'ê mehê her roj di navbera saetên 10.30-20.30 de, di roja dawî, yanê 15'ê mehê jî dê di navbera saetên 10.30- 20.00'an de vekirîbe. Ketina hundirê fûarê bê pere ye
Ji weşanxaneyên kurdan tenê Weşanên Aram û Weşanên Ava beşdarî fûarê dibin. Aram di nimreya 803 A, Ava jî di nimreya 803 C de standê vedike. Her wiha Weşanên Evrenselê ku ew jî pirtûkên bi kurdî çap dike jî standê vedike û standa wan di nimreya 702 A de ye.
Di fûarê de gelek panel û gotûbêj li dar dikeve. Yek ji van gotûbêjan ku bi kurdî ye gotibêja bi navê "Sê destan û sê roman" e ku Weşanên Ava li dar dixe û nivîskar Ronî War wekî axifger beşdar dibe. Gotûbêja "Sê destan û sê roman" roja 11'ê mehê saet di navbera 18.15-19.15'an de li Salona Çukurova li dar dikeve.
Her ji panelên ku dê bala xwendevanên me bikişîne jî panela bi navê "Di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk" e ku Halit Atik dê bi rê ve bibe û Ahmet Ozer û Sezgin Tanrikulu jî dê wekî axifger beşdar bibin. Ev çalakî jî roja 11'ê mehê, saet 14.30 de li Salona Çukurova dest pê dike.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


