Diyarname
Herhal li dinyayê bi carekê de 37 rojnameger nehatine binçavkirin: Lê li Tirkiyeyê her tişt dibe. Vê serê sibê di bin navê "Operasyona KCK'ê" de, li ser fermana Dozgeriya Komarê ya Stenbolê polîsan avêt ser avahiyên rojnameya Ozgur Gundem, Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA), Etik Ajans, Çapxaneya Gun û Kovara Modernîte, di encamê de herî hindik 25 rojnamegerên kurd hatin binçavkirin.
Ev kes hatine binçavkirin:
Nûçegîhanê DÎHA yê Rihayê Sadik Topaloglu li Kolikê hat binçavkirin û ew birin Stenbolê.
Nûçegîhanê DÎHA yê Enqereyê Kenan Kirikkaya, yê Amedê Mazlum Ozdemir, ya Wanê Evrim Kepenek, xebatkara çapemeniya kurd Zeynep Kuray û yek ji edîtorên ajansa ETHA'yê Arzu Demir hatin binçavkirin.
Dîsa li Stenbolê endama lijneya weşanê ya kovara Demokratik Modernite Nahide Ermiş, li Îzmîrê rojnameger Dilek Demirel, nûçegîhanên DÎHA'yê yên Stenbolê Semiha Alankuş, Sadik Topaloglu, Fatma Koçak, Çagdaş Kaplan, Zuhal Tekiner, Omer Çelik jî hatin binçavkirin.
Dîsa yek ji Midûrên Ajansa Etîkê Davut Uçar, rojnameger Huseyîn Deniz, yek ji xwediyên çapxaneya Gunê Şerafettin Surmeli, xebatkarê Firat Dagitimê Ertuş Bozkurt jî hatin binçavkirin.
Nûçegîhanê Misircê hat tewqîfkirin
Di vê navberê de roja 19'ê mehê di operasyona li hemberî şaredariyên BDP'ê de nûçegîhanê DÎHA yê Misircê Abdullah Çetin ku hatibû binçavkirin îro hat tewqîfkirin.