Diyarname
Strana Ciwan Haco heye "Sê sê" û duh bezînerê navdar Usain Bolt li Lîstikên Olîmpiyatê ya Rîoyê de ev strana Ciwan Haco "Sê sê" ji xwe re kir rêber û careke din bazda; encam: Di sê olîmpiyatên de 3 serketinên mezin, di her yekê de 3 xelat bi giştî 9 xelatên zêrîn girt.
Bolt di Olîmpiyatên berî vê ya "Pekîn 2008", "London 2012" û niha "Rio 2016" de, di her sê olîmpiyatan de xelata zêrîn girt. Boltê 29 salî di 3 olîmpiyatan de her sêyan de 3 madalye girt û bû 9 madalya ku di van 3 olîmpiyatan de digire.
Bolt di 100 metre û 200 metre de, her wiha di 4x100 beza mêran de jî bû yekemîn û got: "Vaye, yê herî mezin ez im."
Di 200 metre de Bolt di Şampiyoniya Berlînê (sala 2009) de dereceya 19.19, di Olîmpiyata Pekînê (sala 2008) de dereceya 19.30 girtibû ku ev her du jî rekorên dinyayê bû ku ew bi dest xistin. Û îsal Olîmpiyata Rîo 2016'an de 19.18 derece girt.
Bolt heta niha beşdarî çi olîmpiyatî bûye xelata zêrîn girtiye.
Usain Bolt gotibû ewê beşdarî Şampiyoniya Atletîzma Dinyayê ya 2017'an jî bibe û dest ji atletîzmê berde.