logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Festîvala Stenbolê fîlmên kurdî dike mêvanên xwe

31'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê bi dehan fîlmên bi kurdî dike mêvanên xwe. Vane ew fîlm.

  • Dîrok: 29/03/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

31'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê bi dehan fîlmên bi kurdî dike mêvanên xwe.
Festîval îsal di navbera 31 adar û 15'ê avrêlê de li dar dikeve. Di festîvalê de li dor 200 fîlm hene ku dê derkevin pêşberî temaşevanan. Di nav van fîlman de bi ser dehan re fîlmên ku yek jê kurdî bi çend zimanîne hene. Hin ji van bi temamî bi kurdî ne. Ji van fîlman hin derhênerên wan kurd in fîlmên xwe bi kurdî, yan bi zimanê kurdî-tirkî, hin derhêner ne kurd in lê di fîlm de digel zimanek din kurdî jî bikaraniye. Di nav van fîlman de hin di beşa Pêşbaziya Neteweyî de, hin li derveyî pêşbaziyê têne nîşandayîn û hin jî belgefîlm in loma di Beşa Belgefîlman de têne nîşandayîn.
Me ji lîsteya fîlmên festîvalê ev fîlm neqandin û em pêşkêşî we dikin; pêşniyarê ji bo temaşekirinê dikin. Vane ew fîlm (Not: Piştî kunyeyê, dîrok, saet û salona sînemayê me rêz kiriye.):

GELECEK UZUN SURER
Derhêner: Ozcan Alper / Lîstikvan: Gaye Gursel, Durukan Ordu, Sarkis Seropyan / 108 dq / Tirkî-Kurdî-Gurcî
13.04.2012, 16:00, Beyoglu
Fîlmê derhêner Ozcan ku di beşa Di Sînemayê de Mafên Mirovan de tê nîşandayîn temaşevanan bangî rûberîkirinê dike. Sumru ku ji bo berhevkariya klaman diçe Amedê dibe şahidê "şerê ku nav lê nehatiye kirin" û di dawiyê de jiyana wê jî diguhere.
Fîlmî heta niha gelek xelat girtine.
SÎMÛRG
Derhêner: Ruhi Karadag / Lîstikvan: Ali Ekber Akkaya, Çigdem Kazan, Refik Unal / 104 dq / Tirkî-Kurdî
09.04.2012, 21:30, Beyoglu
Rojnameger û derhêner Ruhi Karadag di "Sîmûrg" de çalakiya rojiya mirinê ku di sala 2000'î de li Girtîgeha Bayrampaşayê li hemberî Girtîgeha Tîpa F hatibû dest pê kirin û "Operasyona Vegera li Jiyanê" ku piştî vê hat li dar xistin nîşan dide.

Ez Firiyam Tu Ma Li Cih
Derhêner: Mizgîn Mujde Arslan / Beşdar: Halime Arslan, Şukru Arslan, Mizgîn Mujde Arslan / 81 dq / Kurdî-Tirkî
12.04.2012, 16:00, Atlas
Ev fîlm çîroka jinek ku qet bavê xwe yê gerîla nedîtiye pêşkêş dike: Jin di rêwêtiya ji Stenbolê heta Qampa Mexmûrê ya Penaberan li ser bavê wê yekî çawa bû, jê hez dikir yan na difikire û digire bin lêpirsînê. Ev rêwîtî dike ku ew bi yê herî nêz re rû bi rû bibe.

RÊÇ
Derhêner: M. Tayfur Aydin /Lîstikvan: Necmettin Çobanoglu, Bilal Bulut, Melahat Bayram / 87 dq / Kurdî-Tirkî
11.04.2012, 13:30, Atlas
Şaristan ku bi zorê ji gundê xwe hatiye koçkirin êdî dixwaze here gundê xwe. Serê sibêyek tevî kurê xwe Mîrza û neviyê xwe Hêvî ber bi Batmanê ve dikeve rê. Hemû razên der barê Şaristanê de di rê de dê derkevin pêşberî temaşevanan.

BABAMIN SESİ
Derhênerler: Orhan Eskikoy & Zeynel Dogan / Lîstikvan: Basê Dogan, Zeynel Dogan, Gulizar Dogan / 88 dq / Kurdî-Tirkî
11.04.2012, 19:00, Atlas
Orhan Eskikoy ku bi fîlmê "Du ziman û baholek" bal kişandibû vê carê tevî Zeynel Dogan dîsa çîrokek rastî derdixe pêşberî temaşevanan ku ev çîrok çîroka malbata Zeynel Dogan a bi xwe ye. "Babamin Sesi" (Dengê Bavê Min) ku li ser dîroka 30 salan a malbateke kurd-elewî, di heman demê de çîroka kurekî ye ku bi kasetên ku bavê wî ji xerîbiyê şandine li dengê xwe digere. Fîlm serdema ji Bûyerên Mereşê heta sala 2009'an radixe pêşberî temaşevanan.

ANA DİLİM NEREDE?
Derhêner: Veli Kahraman / Beşdar: Mustafa Kahraman & Hatice Kahraman /  61 dq / Tirkî-Kurdî
10.04.2012, 13:30, Atlas
Mistefa ku hîn dibe zimanê wî bi têkçûnê re rû bi rû ye, xwe wekî berpirsê vê yekê dibîne ku wî ev ziman bi zarokên xwe nedaye hînkirin. Di vê kêliya ku êdî gihîştiye dawiya jiyana xwe bi qasî ku di bîra wî de maye vî zimanî tomar dike. Fîlm qedexeya li Tirkiyeyê ya li ser zimanê kurdî tîne ziman.

KADİFE
Derhêner: Erdogan Kar / Lîstikvan: Aytaç Oztuna, Emre Ozcan, Yavuz Akçay / 90 dq / Tirkî-Kurdî
12.04.2012, 11:00, Beyoglu
Di van 30 salên dawî de hema bibêje ji her malbatê kesek jiyana xwe ji dest daye. Ji malbata Dayika Qedîfe jî winda hene; kurê wê Celal piştî li çiyê jiyana xwe ji dest dide, neviyê wê Gul Cemal jî dide ser rêza bavê xwe û diçe çiyê. Ji bo Dayika Qedîfe du tişt girîng in: Berdewamkirina nefşê û xwedîlêderketina emaneta ji kurê wê maye. Bi vê extiyariya xwe ji bo kurê xwe bi paş ve bîme siwarê qantirek dibe û berê xwe dide çiyê.


YANGIN VAR
Derhêner: Murat Saraçoglu / Lîstikvan: Osman Sonant, Nesrin Cavadzade, Yavuz Bingol / 98 dq / Tirkî-Kurdî-Gurcî
14.04.2012, 11:00, Beyoglu
Kesek ji Behra Reş diçe Amedê ku Şaredariya Amedê erebeyeke agirtemirandimê diyariya wan kiriye. Erebeyê ji Amedê dibin Behra Reş lê di rê de rastî gelek tiştan tê. Komediya di rê de mijara fîlm e.

MAR
Derhêner: Caner Erzincan / Lîstikvan: Volga Sorgu, Yilmaz Şerif, Begum Kutuk /  100 dq
11.04.2012, 11:00, Beyoglu
Li ser 'sînor' malbatek... Sê mêr... Guven, Yilmaz, Hecî Xelîl... Fîlm li ciheke biçûk çîroka van kesan ku ew bi xeyal û hêviyan dijîn pêşkêş dike.

ICH LIEBE DICH
Derhêner: Emine Emel Balci/ Lîstikvan: Saide Guneş, Muslum Guneş, Enver Çolak / 74 dq / Tirkî-Kurdî-Almanî
13.04.2012, 21:30, Pera
Li gundekî Rihayê jin ji bo bigihîjin mêrên xwe yên ku çûne Almanyayê hînê almanî dibin. Fîlm çîroka wan pêşkêş dike. Jin dê bikevin ezmûna zimanê almanî, dê bi ser bikevin an na meseleyeke din, bi ser bikevin jî dê çawa herin ew jî tiştek din e. Bi vî awayî jin digel kurdî ku zimanê wan ê zikmakî ye, di nav bera tirkî, almanî û kurdî de diçin û tên.

TURKÇE: PEKİYİ
Derhêner: Murat Bayramoglu / 27 dq / Tirkî-Kurdî
13.04.2012,11:00,Pera
Bi salan kurdî hate qedexekirin, li gelek malan jî zarokan ji kurdî, ji malbata xwe ya kurd fedî kir û heta ji dest hat tirkiya xwe pêş ve bir. Yek ji wan kesan jî Nurcan e ku niha êdî hay ji xwe û ji kurdiya xwe heye lê bi kurdî nizane. Nurcan dê bi pîra xwe ya sed salî, ya ku peyveke jî bi tirkî nizane dê çawa têkilî deyne. Belgefîlmê "Turkçe: Pekiyi" (Tirkî: Baş) vê mijarê digire dest.

1+8
Derhêner: Angelika Brudniak & Cynthia Madansky / 126 dq / Tirkî-Kurdî-Erebî-Farisî-Azerî-Ermenî-Gurcî-Bulgarî-Yewnanî
12.04.2012, 19:00, Pera
Belgefîlmê "1+8" li ser heşt cîranên Tirkiyeyê hatiye kişandin, di heşt beşan de rêwîtî ber bi heşt sînoran tê kirin. Kesên hem li Tirkiyeyê hem li van heşt welatên wekî Yewnanistan, Bulgaristan, Gurcistan, Ermenistan, Azerbaycan, Îran, Iraq û Suriye dijîn dibin mijara belgefîlm. Tiştên mirovan li her du aliyan ji hev dûr xistine û tîne ba hev, nasname, jixwe hesibandindin, pirsgirîka neteweyî... Belgefîlm dest diavêje van meseleyan

Goristan / Jiyana li ser miriyan
Derhênerler: Mehmet Salih Çelik & Sevgi Akdaş /  17 dq / Kurdî
13.04.2012, 11:00, Pera
Piştî valakirina gundan hin gundiyên ku li taxa Deriyê Mêrdînê ya Amedê bi cih bûn bi xebata li nav goristanê debara xwe dikin. Fîlm li ser çîrokan wan kesên li ser mirinê jiyaneke nû derdixin holê disekine.

ANLAT BANA–DIVMELER / AGITLAR / HİKÂYELER
Derhênerler: Ugraş Salman & Mehmet Sait Tunç /  50 dq / Kurdî-Erebî-Suryanî
12.04.2012, 13:30, Pera
Belgefîlm li ser deqê ku bi sedan salan e li bajarên kurdan bûye çandeke bingehîn disekine, bi nûnerên dawî yên vê kevneşopiyê re diaxive, digel deqan çîrokên ku ew qal dikin, şînên ku wan girtine, lorik û çîrokên wan derdixe pêşberî temaşevanan.

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

*

Nûçeyê eleqedar:

- Di Festîvalê de Dersên Sînemayê

- Dest bi firotina bilêtên fîlman kirin

- Rêwîtiya Festîvala Stenbolê dest pê kir

- Xelatgirên Rûmetê yên Festîvala Stenbolê diyar bûn

- Serokên Juriyê Ceylan û Mungan in

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nûnertiya Rojava spasiya Rêveberiya Tenduristiya Silêmaniyê kir

ad

Di dîroka şanoya kurd de mînakek serketî: Şermola

ad

Romana Filehên Dêrika Çiyayê Mazî: 'Guhar'

ad

Li Enqereyê êrîşê Cemxaneyan kirin

ad

Li herêma kurdan salnameya herî kevn a dinyayê hat dîtin

ad

‘LiteraKurd Mala Wêjeyê’ vedibe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname