logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Çîrokên bi kurdî jî qedexe ne!

We TRT Şeş da, lê li vê kanalê berî bikeve xewê hûn nikarin ji bo zarokan çîrokek bibêjin.

  • Dîrok: 28/11/2011
  • Beş: Serbest

Diyarname
We TRT Şeş da, lê li vê kanalê berî bikeve xewê hûn nikarin ji bo zarokan çîrokek bibêjin.
Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê yê berê Dengîr Mîr Mehmet Firat ji bo Neşe Duzel axivî (28.11.2011, Taraf). Em gotinên wî yên di hevpeyvînê de werdigerînin û pêşkêşî we dikin:

- Ji Reşkotan heta raman, Mutkî, Oramar tu yek jî ne serhildan e. Di belgeyên Serleşkeriya Giştî de ev yek têne dîtin. Jixwe du serhildanên kurdan hene. Yek jê Serhildana Şêx Seîd, ya din Serhildana Agiriyê ye. Lê ji çilî zêdetir tevger hene û Dêrsimj î yek ji van tevgerên tenkîlê (Bi temanî ji holê rakirina neyaran an kesên bizirar) ne. Ji bo netewe-dewletê ava bikin û yek tîp mirovî saz bikin, tevgerên asîmîlasyonên ne.

- Di nav dîroka Komarê de gelek bûyerên herêmî hene. Mînak 33 kes hatine gulebarankirin, 80 kes bi hev re hatine kuştin, wekî van. Mînak bûyera "Pira Reş" heye, di dema Partiya Demokrat de  li ser vê li meclisê lêkolîn tê kirin. Mebûsê Mêrsînê apê min Huseyîn Firat jî endamê komîsyonê bû, digot: "Bi fermanê 40 kes hatine kuştin. Di vê komkujiyê de îmzeya erêkirina hemû mezinên dewletê heye. Îsmet Paşa jî têde." Ev dosya ji aliyê rêveberiya DP(Partiya Demokrat) ji holê tê rakirin. Apê min ji min xwestibû ku dema ez bibim mebûs ez li ser vê dosyayê bixebitim. Ger lêkolîn Bê kirin dê pir belge derên. Dê reqem û kuştinên mezin derên. Ji ber ku hê gelek belge kêm in. Hê devê nivîsên Serfermandariya Giştî, arşîvên wan nehatine vekirin. Ji bo vê yekê pêdivî bi biryarê jî nîn e. Serokê meclisê bi fermanekê dikare van arşîvan veke.

- Encax arşîv vebin emê Serhildana Şêx Seîd fêm bikin. Ji ber ku ew serdemeke balkêş e. Di têkbirina serhildanê de komkujiyeke girseyî heye. Her wiha şîdet yi wê derê nesekinî, di salên 1930'î de jî dom kir. A rast Dêrsim, berdewama Serhildana Şêx Seîd e.

- Tu têkiliya malbata min bi Serhildana Şêx Seîd re jî, bi bûyera 1937'an a Dêrsimê re jî nin e. Ji ber ku malbata me sunnî ye. Bi ser de jî di dema Şerê Îstîklalê de jî Madalyaya Îstîklalê ya sor-kesk ku ya serketina mezin e dane wan. Hemû endamên malbatê di sala 1926'an de piştî Serhildana Şêx Seîd ji Semsûrê hatiye sirgûnkirin, dest danîne ser mal û milkê wan. Serê sibeheke her kes girtin birin. Ji Kolikê bi piya, 110-120 kîlometre heta Golbaşiyê birin, li wir siwarê trênê kirin û şandin sirgûnê.

- Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd, pirsgirêka hemwelatiyê ye. Li vî welatî dupergalî heye. Yek, hemwelatî heye. Yek jî tebaa (Nota werger: hemwelatiyê duyemîn, yan jî yên bê maf) heye. Ger hûn vê dupergaliyê rakin, li holê dê pirsgirêka kurd nemîne. Dê her kes bibe hemwelatî û wekhevî çêbe.

- Yê min hêviya min nîn e ku dê Zagona Bingehîn a nû bê çêkirin. Ji vê meclisê Zagoneke Bingehîn a nû dernayê. Jixwe ji bo derneyê jî her tişt kirin. Du partiyan got "sê xalên zagona heyî nayên guhartin". Ger xalên nayên guhartin bimînin çi pêdivî bi zagoneke nû heye...
Belê. Ev rêbaz ji aliyê AK Partî ve hat qebûlkirin. Ez Ak Partî ji yên din cuda nakim. Yek ji partiyên li hev kir ku Zagona Bingehîn bi vî awayî saz bike jî Ak Partî ye.

- Divê pêşî em ji tiştên pêkenî xilas bibin. Pesnê didin ku TRT Şeş vebûye. Baş e, hûn dizanin bi zimanê kurdî sazkirina bernameyan qedexe ye? Hûn pê dizanin ku di TRT Şeşê de çêkirina bernameyên li ser zarokan qedexe ye? Çima qedexe ye? Ji ber ku yên ziman hîn bibin zarok in. Ji bo pêşî li hînbûna kurdî ya ji aliyê zarokan ve bigirin qedexe danîne...

- Belê AKP TRT Şeş vekir û rêzinmameya wê çêkir. Li dinyayê gelek alfabe hene. We qet dîtiye li welatekî tîp qedexe bin? Ji bo qedexeya li ser tîpên Q, X, W rabe pêdivî bi guherîna Zagona Bingehîn nîn e. Pê bizanin ku hûn hê jî tîpan qedeXe dikin dê di kovarên mîzahê de cih bidin we. Yek ji qedexeyên pêkenînî jî navên herêman e. Navên bi kurdî yên cihan dane wan? Na. Ji bo vê pêdivî bi guherîna Zagona Bingehîn heye? Na.

- Binêrin navendên perwerdehiya gel ên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî hene. Armanca van ew e ku hin jîrekiya gel pêş bixe û zimanên biyanî bi wan bide hînkirin. Dê kîjan zimanan hîn bibin wezaret diyar dike. Di nav lîsteyê de nêzî sed zimanî heye, lê kurdî, lazî nîn e. Wezaret kurdî û lazî li lîsteyê zêde bike bes e. Ev yek tenê jî nayê kirin. Bi van tiştên pêkenî jixwe em ji kurdan re dibêjin 'Hûn ne hemwelatî ne." Em zagonê biguherînin û bibêjin "Hûn wekhev in" dê çi bibe, heta ku ev tiştên pêkenînî hebin. Bi van qedexeyan dê kurd dîsa nebin hemwelatî.

- Sînorên me hemûyan hene. Dibe ku Tayyip beg jî hatibe ber sinor. Dibe bibêje, "Hûn ji min çi dixwazin? Hûn hê zêdetir çi dixwazin? Vaye min TRT Şeş da we." We TRT Şeş da, lê li vê kanalê berî bikeve xewê hûn nikarin ji bo zarokan çîrokek bibêjin. Ev qedexe ye! Mînak zagona paşnavê heye. Ji Zagona Partiyên Siyasî heta Zagona Têkoşîna bi Terorê re gelek qedexe hene. Ev hemû tenê bi xalekê, di rojekê de dikarin bêne guhartin. Dema we got, ev, ev, ev, ev aliyê vê xalê ji holê hatin rakirin, wê çaxê êdî pêdivî pê namîne ku hûn di ZAgona Bingehîn de pênasa hemwelatîbûnê jî rakin.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Karîkaturên berxwedana Kobanî bi almanî jî derketin

ad

Vê carê ji bo Wanê stran têne gotin

ad

Ji bo zarokan çîrokên nû yên 'Hitokê û Papûşko' hatin

ad

Bi hezaran kes li Nisêbînê dîwarê şermê protesto dikin

ad

Fermo "Xengilok"

ad

Li Helebçeyê Rojnamegeriya Kurdî hat nîqaşkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname